Serîlêdanên 9’emîn KuirFest a Pembe Hayatê dest pê kir!
9’emîn KuirFest a Pembe Hayatê di navbera dîrokên 24-26’ê meha Rêbendana sala 2020’ê de li Stenbolê dê bê li darxistin û serîlêdanên ji bo festîvalê dest pê kir. Derhêneran fîlmên xwe dikarin li ser FilmFreewayê bişînin.
Bernameya 8’emîn KuirFest a Pembe Hayatê sala par di 3 bajaran de hatibû li darxistin. KuirFest a Pembe Hayatê îsal jî berhovekên fîlman ên ku di gelek festîvalên filman de hatine nîşandayîn amade dike. Festîval ji bo şopînerên xwe yên cîhanê Platforma LGBTİ+ Filmê avakiribû û tê de gelek fîlmên sînemayê hene.
Ji bo Serîlêdanên 9emîn KuirFest a Pembe Hayatê dîroka dawî 31’ê meha Kewçera 2019’ê ye û Derhêner û Sînemavanan fîlmên xwe dikarin li ser FilmFreewayê bişînin.
Ji bo agahî û serîlêdanên fîlman: http://www.pembehayatkuirfest.org/9-pembe-hayat-kuirfest-icin-basvurular-basladi-a27
kuirfest@pembehayat.org
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com