Serîlêdanên Festîvala Fîlman a Duhokê destpê kir

9emîn Festîvan a Fîlman a Navneteweyî Duhokê îsal di navbera 1-8ê meha Berfanbarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan, hate ragihandin ku serîlêdanên festîvalê jî despê kir û dê heta dîroka 6ê meha Îlonê bidome.

Festîvan a Fîlman a Navneteweyî Duhokê îsal cara nehem di hefteya yekem a Berfanbarê de li dar dikeve. Pêvajoya serîlêdanê ya festîvalê jî destpê kiriye ku derhêner û sînemavan dikarin fîlmên xwe heta 6ê Îlonê li bernameya festîvalê bişînin.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê her sal ji aliyê Wezareta Ciwanî û Werzîşê ya Herêma Kurdistana Iraqê, Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Duhokê ve tête lidarxistin.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî Duhokê di du beşên; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Çavkanî: https://www.instagram.com/p/CedvnwYsRkw/

Ji bo agahî: http://duhokiff.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: