Serîlêdanên Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê kir

39’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal dê di navbera 10-21’ê Avrêlê de bê li darxistin. Li festîvalê serîlêdanên fîlman dest pê kir û dê heta 24’ê Rêbendana sala 2020’ê bidome.

WHÇİ (Weqfa Huner û Çanda Stenbolê) îsal cara 39’emîn, di dîrokên 10-21’ê meha Avrêlê de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê li dar dixe. Bo festîvalê pêvajoya serîlêdanên fîlman dest pê kir û dê heya 24’ê Rêbandana sala 2020’ê bidome.

Festîvala Fîlman a Stenbolê di beşên Pêşbirka Navneteweyî, Pêşbirka Mafên Mirovan a di Sînemayê de, Pêşbirka Neteweyî, Pêşbirka Belgefîlman a Neteweyî û Pêşbirka Kurtefîlman Neteweyî de derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Di Festîvalê de, bo fîlmên biserketî; Xelatên Laleya Zêrîn, Juriya Taybet, Fîlmê Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî, Lîstikvanê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî, Derhênera/ê Dîmen a/ê Herî Serketî, Pevxistina Herî Serketî û Muzîka Herî û Serketî têne dayîn.

Ji bo agahî û têkilî: http://film.iksv.org

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir