Serîlêdanên Festîvala Fîlman a Uçan Supurgeyê destpê kir
26emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurgeye îsal wê di navbera dîrokên 31ê Gulanê û 7ê Pûşberê de li Enqereyê bê lidarxistin ku ji bo sînemagerên jin, pêvajoya serîlêdanê destpê kir. Derhêner û çekerên jin dikarin heta 20ê Adarê fîlmên xwe li bernameya festîvalê bigihînin. Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurgeyê 25 sal in bi fîlmên xwe bal dikişîne li ser jiyan û pirsgirêkên jinan.
Sînemager dikarin metrajdirêj, belgefîlm, ezmûnî û kurtefîlmên xwe yên ku di salên 2022 an 2023yan de hatine kişandin, li festîvalê bişînin. Di çarçoveya festîvalê de her sal “Xelata Bilge Olgacê”, “Xelata Rûmetê”, “Xelata Serketinê” û “Xelata Cehdûya Ciwan” jî têne dayîn, derhêner dikarin li ser vê lînka malperê fîlmên xwe bişînin.
Ji bo agahî: Uçan Süpürge
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com