Serîlêdanên Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê didome
Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê îsal cara yekem di meha Hezîranê de li Amedê hatiba li darxistin û lê ji ber vîrusa Coronayê dîroka festîvalê hate taloqkirin. Serîlêdanên festîvalê jî ji bo 1’ê Tîrmehê bi paş ve hat xistin.
1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, dê di navbera 16-19’ê meha Pûşberê de li Amedê bihata li darxistin, lê ji ber şewba coronayê ji bo demekê pêş hate taloqkirin. Serîlêdanên ji bo festîvalê di 1’ê meha Adarê de dest pê kiribû, lê ji ber coronayê ji bo 1’ê Tîrmehê bi paş ve hat xistin. Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê îsal cara yekem dê ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Sînemayê ya Diyarbekirê ve û bi dîrektoriyên Serhat Gonen û Mehmet Îsmaîl Çeçen re bê li darxistin, koordînatora giştî ya festîvalê Elîf Yildiz e. Hat eşkere kirin ku di lijneya şêwirmediya festîvalê de derhêner-çêker Tayfûr Aydin, dîroktorê Festîvala Kurtefîlman a Marmarîsê Şeref Ozturk û dîrektora Artîstîka a Platforma Kurtefîlman a Sabanciyê Zeynep Atakan cih digirin.
Armanca festîvalê ev e ku li bajarê Amedê festîvaleke domdor were li darxistin û ji bo danasîna bajêr jî bibe derfetek ku dê bi riya festîvalê derhênerên kurtefîlman û profesyonelên sektorê bînin li cem hev. Di logoya festîvalê de, yek ji berhemên dîrokî yên bajarê Amedê, Mînareya Çar Ling cih digire û çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Diyarbekirê de wê xebatên atolyeyan, hevpyevîn, nîşandana fîlman, seremoniyan jî bêne amadekirin.
Li bernameya Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, dê di beşên Sêwirî (çêkirî) û Belgefîlman de 14 xelat bêne dayîn û bo sînemavanan bi giştî 30.000 TL piştgiriya daringî hate eşkere kirin. Di beşa Sêwirî de; Xelatên Fîlmê Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn, Derhênera/ê Dîmen a/ê Baştirîn, Derhênera/ê Hunerê ya/ê Baştirîn, Pevbestina Baştirîn, Lîstikvana Baştirîn, Lîstikvanê Baştirîn, Xelatên Taybet ên Juriyê û di beşa Belgefîlmê de jî, Fîlmê Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn û Xelatên Taybet ên Juriyê cih digirin. Di festîvalê de, ji aliyê Komeleya Karsazên Jinên Diyarbekirê (DİKAD) ve, ji bo fîlmekî ku bi mijara jinê hatiye kişandin, dê xelat bê dayîn.
Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, fîlmên ku dê ji Rêbandana 2018’ê bi vir de hatine kişandin qebûl bikin û sînemager dikarin li ser malpera filmfreeway.com/DiyarbakirShortFilmFestival serî li festîvalê bidin.
Ji bo têkilî: http://www.diyarfilmfest.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com