Serîlêdanên ji bo Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê didome

Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê îsal cara yekem di meha Hezîranê de li Amedê hatiba li darxistin û lê ji ber vîrusa Coronayê dîroka festîvalê hate taloq kirin. Serîlêdanên ji bo festîvalê jî heta 1’ê Tîrmehê hat dirêj kirin.

1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, dê di navbera 16-19’ê meha Pûşberê de li Amedê bihata li darxistin, lê ji ber şewba Coronayê ji bo demekê pêş hate taloq kirin. Serîlêdanên ji bo Festîvalê di 1’ê meha Adarê de dest pê kiribû, lê ji ber coronayê serîlêdanên festîvalê heta dîroka 1’ê hat dirêj kirin. Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê îsal cara yekem ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Sînemayê ya Diyarbekirê û bi dîrektoriyên Serhat Gonen û Mehmet Îsmaîl Çeçen bête li darxistin, koordînatora giştî ya festîvalê Elîf Yildiz e. Hat eşkere kirin ku di lijneya şêwirmediya festîvalê de derhêner-çêker Tayfûr Aydin, dîroktorê Festîvala Kurtefîlman a Marmarîsê Şeref Ozturk û dîrektora Artîstîka a Platforma Kurtefîlman a Sabanci’yê Zeynep Atakan cih digirin.

Armanca festîvalê ev e ku li bajarê Amedê festîvaleke domdor were li darxistin û ji danasîna bajêr jî bibe derfetek û derhênerên kurtefîlman û profesyonelên sektorê bînin cem hev. Di logoya festîvalê de, yek ji berhemên dîrokî yên bajarê Amedê, Mînareya Çar Ling cih digire û çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Diyarbekirê xebatên atolyeyan, hevpyevîn, danîşana fîlman, seremoniyan jî bête amadekirin.

Li bernameya Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, di beşên Sêwirî (çêkirî) û Belgefîlman de 14 xelat bêne dayîn û bo sînemavanan bi giştî 30.000 TL piştgiriya daringî hate eşkere kirin. Di beşa Sêwirî de; Xelatên Fîlmê Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn, Derhênera/ê Dîmen a/ê Baştirîn, Derhênera/ê Hunerê ya/ê Baştirîn, Pevbestina Baştirîn, Lîstikvana Baştirîn, Lîstikvanê Baştirîn, Xelatên Taybet ên Juriyê û di beşa Belgefîlmê de jî, Fîlmê Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn û Xelatên Taybet ên Juriyê cih digirin. Di festîvalê de, ji aliyê Komeleya Karsazên Jinên Diyarbekirê (DİKAD), ji bo fîlmekî ku bi mijara jinê hatiye kişandin, xelat dê were dayîn.

Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê, fîlmên ku ji Rêbandana 2018’ê bi vir de hatine kişandin, dê qebûl bikin û serîlêdanên festîvalê li ser malpera filmfreeway.com/DiyarbakirShortFilmFestival  pêk were.

Ji bo têkilî: http://www.diyarfilmfest.com/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: