Serîlêdanên Mîhrîcana Fîlman a Mezopotamyayê dest pê kir
Mîhrîcana Fîlman a Mezopotamyayê îsal cara yekem dê di meha Gelawêjê de li Amedê bê darxistin û serîlêdanên festîvalê di 9’ê Gulanê de dest pê kir.
Mîhrîcana Fîlman a Mezopotamyayê îsal cara yekem, dê di meha Gelawêjê de li Amedê bê li darxistin. Serîlêdanên ji bo beşên pêşbirka Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê jî di dîroka 9’ê Gulanê de dest pê kir û derhêner dikarin fîlm û belgefîlmên xwe heta 10’ê meha Tîrmehê li navnîşana festîvalê bişînin.
Koordînatorê Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê Eren Çakmak eşkere kir ku; “Serîlêdanên ji bo beşên pêşbirka Festîvala Fîlman a Mezopotamyayê di dîroka 9’ê Gulanê de dest pê kir û dê di dîroka 10’ê Tîrmehê de pêvajoya şandina fîlm û belgefîlman bi dawî biebe. Çakmak, dê di dîroka 15’ê Gelawêjê de jî encama beşên pêşbirkê bêne eşkerekirin û heke em karibin di 21’ê meha Gelawêjê de destûr werbigirin û ku ji aliyê tenduristî neyînîtîyeke tune be, merasîma festîvala me dê li Amedê bê li darxistin û bernameya danîşana festîvalê dê di 15’ê Gelawêjê de bê eşkerekirin. Ji ber ku, em dixwazin xebatên ku ji me re têne şandin, bibînin. Em naxwazin xebateke ku ji derve hatiye nîşan bidin. Koordînatorîya festîvalê ez girtim ser xwe û her tim xeyala min bû ku festîvalek wiha li dar bixim. Ez ji ber biserketinê kêfxweş im, her çend zor be jî. Jixwe em bi komeke piçûk re dixebitin. Û me heta niha gelek destek jî negirtin. Ji ber ku, navê festîvala me jî di hin rewşan de dibe sedema red kirinê. Beriya ku festîvala me dest pê bike 3 endamên jûriyê me hebûn. Lê berî demeke kurt a destpêkirina festîvalê, me ji ber vîrusa coronayê du endamên jûriyê winda kirin. Endamê juriyê din jî ez ê bibam. Niha bi tenê ez heme. Ji bo endamtiya juriyê, em bi derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî re hevdîtinek kirin û em hîn bûn ku derhêner Qubadî li Yewnanîstanê ye û li ser projeyekê dixebite. Heta niha ji bo endamên juriyê em bi çend kesan hevdîtin kirin. Bersivên erênî hatin ji me re. Hêvî dikim ku di demeke kurt de em ê eşkere bikin. “
Ji bo agahî û têkilî: www.instagram.com/mesopotamiafilmfest
www.mesopotamiafilmfest.wordpress.com
https://filmfreeway.com/mesopotamiafilmfestival
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com