Serîlêdanên Pêşbirka Kurtefîlm û Belgefîlman a İFSAKê destpê kir

43yemîn Pêşbirka Kurtefîlm û Belgefîlman a Neteweyî ya İFSAKê (Komeleya Amatorên Wêne û Sînemayê ya Stenbolê) dê di sala 2023ê de bê lidarxistin û serîlêdanên festîvalê destpê kiriye.
Pêşbirka Kurtefîlm û Belgefîlman a Neteweyî ya İFSAKê di 2023ê de cara 43yemîn derdikeve li pêşberî temaşevanan. Hate ragihandin ku serîlêdanê pêşbirkê destpê kir û dê heta 15ê meha Berfanbara 2022yê bidome. Pêşbirka İFSAKê bi armanca afirandina fîlmên nû tête lidarxistin û dixwaze ku çîrokên balkêş, belgeyên dîtbarî, vegotinên ceribandî, ruhên amator derkevin holê. Bi vê mebestê piştgirî dide li kurtefîlm û belgefîlman.
Şertên Beşdarî yên Pêşbirkê: Fîlmên Pêşbirka Kurtefîlm û Belgefîlman İFSAKê dê di 4 beşên Sêwirî, Belgefîlm, Nimandin û Ezmûnî de bêne nirxandin. Divê fîlmên Sêwirî, Nimandin û Ezmûnî herî zêde 20 deqîqeyî bibin û divê belgefîlman jî herî zêde 30 deqîqeyî bibin. Ji bo hemû fîlman sînordanîna mijarê tune. Divê fîlmên pêşbirkê piştî 1ê Rêbendana 2021ê were kişandin û divê zimanê fîlman, bi Tirkî an jî divê bi jêrnivîsa Tirkî bibin.
Fîlmên fînalîst dê di sala 2023ê de li bernameya 29emîn Festîvala Kurtefîlman a İFSAKê derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Di jurîya pêş a bernameyê de derhêner Etna Ozbek, derhêner û nivîskarê sînemayê Korkut Akin û Endamê Beşa Sînemayê yê İFSAKê Adîl Nevresoglû cih digirin. Sewyana 43yemîn Pêşbirka Kurtefîlm û Belgefîlman a Neteweyî ya İFSAKê ji aliyê Sara Arslan ve hatiye sêwirandin.

Ji bo agahî û serîlêdan: 

 www.ifsak.org.tr

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: