Serîlêdanên Pêşbirka Kurtefîlman a Festîvala Fîlmên Bêastengê didome
10emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng îsal di navbera 17-23yê meha Cotmehê de bi dirûşmê “Mumkin e ku em bi hev re fîlman temaşe bikin” derdikeve li pêşberî temeşavanên sînemayê. Pêşbirka Kurtefîlman a festîvalê sala par cara yekem hatibû li darxistin. Serîlêdanên pêşbirka kurtefîlman destpêkir û dê heta 14ê Tîrmehê bidome. îsal dê ji bo kurtefîlmê baştirîn xelata pareyê jî bê dayîn.
Derhênerên li hemû cîhanê dikarin kurtefîlmên xwe li Pêşbirka Kurtefîlman a Festîvala Fîlmên Bêastengê bişînin. Sînemager di mijarê de azad in û divê kurtefîlmên wan ji zêdetirî 20 deqîqeyê nebin.
Hate ragihandin, fîlmên fînalîstên li Pêşbirka Kurtefîlman a festîvalê dê di 2yê Gelawêjê de bêne eşkerekirin. Li festîvalê îsal dê di beşên Fîlmê Herî Serketî, Derhênera/ê Herî Serketî û Senaryoya Herî Serketî de xelatên pareyê jî bê dayîn. Herwiha ji dengên temaşevanên festîvalê Xelata Taybet a Temaşevanan jî dê diyar bibin.
Ji bo Xelatên Derhênera/ê Baştirîn û Senaryoya Baştirîn 500 dolar û ji bo Xelata Fîlmê Baştirîn jî 1000 dolar xelat bê dayîn.
Bo agahî û serîlêdan: www.engelsizfestival.com û filmfreeway.com/AccessibleFilmFestival
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com