Serîlêdanên Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan destpê kir
Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan her sal ji aliyê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ve tê lidarxistin û îsal wê cara 12emîn derbikeve li pêşberî temaşevanan. Ragihandin ku serîlêdanên Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan destpê kiriye û sînemager dikarin heta dîroka 1ê meha Mijdarê serî li pêşbirkê bidin.
Pêşbirka kurtefîlman, fîlmên ku bi mijarên mafên mirovan ve hatine kişandin qebûl dike (cure û teknîkên fîlman ferq nake) û kurtefîlmên pêşbazîyê divê bi dirêjiya 3-10 deqeqeyî bibin. Têmayên Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan îsal ji ber Sala Ciwantî ya Ewropayê weke “Wekhevîya Zayendeya Civakî”, “Qeyrana Avhewa” û “Mafên Ciwanî” hate eşkerekirin. Kurtefîlmên fînalîst ên pêşbirkê dê ji aliyê jurîya fînalê ve bêne hilbijartin.
Endamên jurî yên 12emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Mafên Mirovan
Jurîya yekem:
Candan Yaygîn, Derhênera Festîvala Fîlman a Navneteweyî
Gulsum Depelî Sevînç, Akademisyen
Taha Feyîzlî, Derhêner
Jurîya Fînalê:
Altûg Akin, Akademisyen
Çagri Vîla Lostûvali, Derhêner
Erhan Erturk, Pêşkêşvanê nûçeyan
Ozge Ozpîrînçcî, Lîstikvan, çêker
Ozlem Yilmaz, Parêzer
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com