Serîlêdanên Pêşbirka Kurtefîlman a YE’yê dest pê kir

Serîlêdanên 9’emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropayê dest pê kir. Derhêner û sînemavan dikarin heta dîroka 15’ê meha Mijdarê serî li pêşbirkê bikin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Bianet Kurdî de cih digire, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtîya Ewropayê bi mijara “Mafê Mirovan” Pêşbirkeka Kurtefîlman li dar dixe û serîlêdanên pêşbirkê dest pê kir.

Derhêner û sînemavan dikarin heta dîroka 15’ê meha Mijdarê serî li Pêşbirka Kurtefîlman Mafê Mirovan a YE’yê bikin û divê dirêjîya kurtefîlman di navbera 3-10 xulek (deqîqe) bin.

Pêşbirka kurtefîlman îsal bi dirûşmê, “Bila kamêra ji bo mafên mirovan bixebitin” tê li darxistin û amadekarên pêşbirkê bang li berbijaran kiriye ku bila ew mijarên berhemên xwe nemaze li ser parastina mafên zarok û jinan amade bikin.

Kurtefîlmên fînalîst ên pêşbazîyê di meha Berfanberê de dê di çarçoveya Rojên Mafên Mirovan ên Yekîtiya Ewropayê de bêne nîşandan.

Ji bo serîlêdan û agahî: https://www.avrupa.info.tr/tr/filmyarismasi

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d