Serîlêdanên xelata “Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî” ya 95emîn Xelatên Oscarê destpê kir
“Xelatên Akademîyê” bi navê din ‘Xelatên Oscarê’ sala bê wê cara 95emîn derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku xelatên bernameyê jî dê di 12ê meha Adara 2023ê de li Dolby Theatreya Los Angelesê bêne eşkerekirin. Li Xelatên Akademîyê, pêvajoya serîlêdanên “Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî” destpê kiriye û dê heta 3yê meha Cotmeha 2022yê bidome.
‘Xelatên Oscarê’ ji aliyê Akademîya Huner û Zanistên Sînemayê ve tê lidarxistin û serîlêdanên xelata “Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî” destpê kiriye ku her sal ji bo fîlmekî li derveyî Amerîkayê hatiye kişandin didin. Hate ragihandin, fîlmên ku dê serî li “Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî” (Xelata Oscarê) bikin divê di navbera dîrokên 1ê Rêbendanê û 30ê Mijdara 2022yê de li welatên xwe bêne weşandin.
Lîsteya ku dê ji 15 fîlmên fînalîst pêk were, wê di di 21ê meha Berfanbarê de bêne eşkerekirin. Piştre jî 5 fîlmên fînalîst dê dîroka di 24ê Rêbendana 2023yê de diyar bibin.
Çavkanî: Screen Daily
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com