Serlîstikvanê fîlmê “Aforoz”ê Saman Mustefa ji Festîvala Kurtefîlman a Oxfordê xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girt
Rêwîtîya kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz”ê didome. “Aforoz” li Festîvala Kurtefîlman a Oxfordê (Îngilîstanê) hate nîşandayîn û lîstikvanê sereke yê kurtefîlmê Saman Mustefa xelata ‘Lîstikvanê Herî Serketî’ girt. Fîlm, di sê beşên bernameya festîvalê de weke berendam hate nîşandayîn ku ji bo xelatên “Derhênerê/a Herî Serketî”, “Lîstikvanê Herî Serketî” (Saman Mustefa) û “Sînematografîya Herî Serketî” (Dilşat Canan) ket pêşbazîyê.
Kurtefîlm, herî dawî li 8emîn Festîvala Fîlman a Luces Cameros Acciónê (Riojaya Spanyayê) xelata “Kurtefîlmê Baştirîn” girtibû û hatibû ragihandin ku dê li bernameya 30emîn Festîvala Fîlman a Gûzîka Zêrîn a Edeneyê bikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Senaryoya fîlmê jî Yilmaz Ozdîl bi xwe nivîsîye. “Aforoz”, heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn û xelat girtin.
“Aforoz” bi piştgirîya Bernameya Piştgirî ya Çand û Hunerê ya Culture CIVICê û Bernameya Ramana Sîvîl ya Yekîtiya Ewropayê ve û li bajarê Bedlîsê hate kêşandin û qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike. Gera festîvalên fîlman ya kurtefîlmê li seranserê cîhanê didome.
“Aforoz” wê li 4emîn Festîvala Kurtefîlman Oxfordê bê nîşandayîn
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com