Şewba Coronayê û Konsertên Online

Piştî ku li seranserê cîhanê şewba vîrusa koronayê dest pê kir li gelek welatên cîhanê di çarçoveya tevdîrên li dij vîrusa koronayê de her welatekî dest bi sepandinên parastinê kirin. Li hin welatan qedexeya derketina derve ya gelemperî li hin welatan jî qedexeya qismî hat ragihandin.

Her dewletekê li gorî rêjeya belavbûna şewba vîrusa koronayê serî li hin rêyan dan. Li welatê Tirkiyeyê jî piştî ku vîrusa koronayê lê hat tespîtkirin ji bo ku pêşî li şewbê bê girtin dest bi hin tevdîran kir. Hemû navendên çalakiyên çandî û hunerî weke salonên konsert, şano, sînema, dawet, gazîno û navendên werzîşê weke demkî hatin girtin. Ji bilî van restoran, ger û geşt, cafe, pastaxane, kûafor û gelek cihên din hatin girtin.

Li Tirkiyeyê her çiqas qedexeya derketina derve bi gelemperî nehat îlankirin jî ji bo kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ne qedexeya derketina derve hat îlankirin. Wekî din Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek da ku herkes ji bo tenduristiya xwe li mala xwe bimîne û dernekevin derve. Piraniya hemwelatiyan guh didin van hişyariyan û ji mala xwe dernakevin. Ango weke ku Wezareta Tenduristiyê pêşniyaz kir her kesî Ohala xwe bi xwe ragihand.

Piştî ku ev tevdîr hatin standin jiyana civakî hat ber sekinandinê. Lewre her der hatin girtin û hemû kirinên mirovan yên ji rêzê hatin guhertin. Êdî mirov li malên xwe dest bi werzîşê dikin, şaneşînên xwe weke cihê bêhnstandinê bi kar tînin û bi saya weşanên onlineyê beşdarî çalakiyên huner û çandî dibin. Wisa xuyaye ku bi şewba vîrusa koronayê gelek hînbûyînên mirovan guherî.

Çawa ku hemû çalakî ji ber vîrusa koronayê hatin ber asta rawestandinê sektora sînemayê jî para xwe ji vê rewşê stand. Kêşana hemû fîlmên sînemayê û rêzefîlman hatin betalkirin û helbet bandor li ser dîrokên gîşeyan jî kir. Şewba vîrusa koronayê di jiyana mirovan de serdemeke nû vekir. Lewre gelek çalakiyên çandî û hunerî êdî li ser medyaya civakî tên lidarxistin. Ji van çalakiyan ya ku herî zêde li ser înternetê tê lidarxistin û tê temaşekirin konsertên onlineyê ne.

Hunermandan ji bo ku hemwelatî li mala xwe wextekî xweş derbas bikin û aciz nebin ketin nav liv û lebatê. Hunermand di heman demê de ji bo rûniştina li malê hemwalatiyan teşwîq bikin dest bi konsertên online kirin ku ev konsert bê pere ne. Ji hunermend û dengbêjên kurd ku bi hezaran şopînerên wan hene ku weke Rewşan Çelîker, Nîlufer Akbal, Kurmanc Bakurî, Hozan Aydın û gelek hunermendên din li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dest bi konsertên onlineyê kirin.

Nîlufer Akbal li ser hesabê xwe yê facebookê, Rewşan Çelîker li ser hesabê xwe yê Youtubeê, Hozan Aydın û Kurmanc Bakurî li ser hesabên xwe yê ınstagramê dest bi konsertên onlineyê kirin. Li gorî agahiyên ku hunermendan bi me re par ve kirin ev konsert ji aliyê hemwelatiyan ve eleqeyeke mezin dibînin. Hunermend Nilüfer Akbal derbarê van konsertên ku dide got ku; Van rojên han da em li malen xwe girtî ma ne,ji bo tendurîstîya me ya giştî ev pêwîstîyek e, hemû konsert û çalakîyên me hatin betalkirin. Ji ber vê sedema dîyar ez li mala xwe bi rêya înternetê konserta ji hizkerê xwe ra li dardixim”.

Hunermend Rewşan Çelîker li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Vê carê em ê bibin mêvanê mala we û bi hev re stranan bêjin, 🎼 jixwe moralê me bozixa, bila em çend deqqe dûr bikevin ji rojevê.”

Hunermend Hozan Aydin li ser hesabê xwe yê ınstagramê eşkere kir ku dest bi konsertên onlineyê bikim.

Dengbêjê navdar Kurmanc Bakûrî jî dîyarkir ku van konsertan ji bo ku morale gel xweştir be li dar dixe. Bakûrî di berdawamîya axaftina xwe da got ku,em dibinin ku gel eleqeyek mezin didin van konsertên online,em jî kêfxweş dibin, gel jî moral dibinin. Hêvîya min ew e ku emê van rojên zor û zehmet bi piştgirîya hev derbas bikin. Ev konsertên online ku ji aliyê bihezaran kesî ve tên şopandin tê payin ku di demên pêş de belavtir bibin.

Nûçe-Nivîs (Haber-Yazı): Abdulselam Akıncı

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: