Sezona duyem a rêzefîlmê “The Sandman”ê tê

Yek ji rêzefîlmên balkêş ên sala 2021ê “The Sandman” ji wêneçîroka Neil Gaimanî lê hate anîn û beşa yekem a rêzefîlmê di 5ê meha Gelawêjê de li platforma dîjîtal a Neftlixê hatibû weşandin. Sezona yekem a “The Sandman”ê ji 12 beşan pêk tê û li ser twittera Netflixê hate ragihandin ku rêzefîlm dê ji bo sezona duyem dest bi amadehîyan bike.

Sezona yekem a rêzefîlmê bi afirînerîya Neil Gaiman, Allan Heinberg, David S. Goyer û ji aliyê Jamie Childs, Andrés Baiz, Mike Barker ve hate kişandin. Senaryoya “The Sandman”ê David S. Goyer, Jack Thorne, Neil Gaiman, Allan Heinberg, Mike Dringenberg, Sam Kieth bi hev re nivîsîne.

Lîstikvanên wekî Tom Sturridge (serlîstikvan), Boyd Holbrook, Vivienne Acheampong, Vanesu Samunyai, Mason Alexander Park, David Thewlis, Jenna Coleman, Patton Oswalt, Gwendoline Christie di sezona yekema rêzefîlmê de lîstin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: