Sezona duyemîn a rêzefîlmê “Annika”yê di 15ê Cotmehê de destpê dike
Rêzefîlmê televîzyona PBSyê yê “Annika” di 15ê Cotmehê de bi sezona xwe ya duyemîn ve derdikeve li pêşberî temaşevanên xwe. Di sezona duyem a rêzefîlmê de, Annika û koma wê hewl didin ku mirinên li avên welatê Skotlendayê çareser bikin. Çend roj berê ji sezona nû ya rêzefîlmê fragman hate weşandin.
DI Annika Strandhed, di Beşa Kuştinên Behrê de dixebite û ji bo çareserkirina sedemên mirinên li avên Skotlendayê peywirdar e. Sezona duyemîn a rêzefîlmê bi tevahî ji 6 beşan pêk tê, 12 beşên sezona yekem di sala 2021ê de hatibûn weşandin. Senaryoya beşên sezona yekem ên rêzefîlmê “Annika”yê ji alîyê Nick Walker, Lucia Haynes û Frances Port ve hatin nivîsandin.
Rêzefîlm, bi afirînerîya Nick Walkerî û bi derhênerîya Philip John, Fiona Walton, Annie Griffin ve tê kêşandin û lîstikvanên wekî Nicola Walker, Jamie Sives, Katie Leung, Ukweli Roach, Kate Dickie, Varada Sethu, Silvie Furneaux û Paul McGann tê de dilîzin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com