“She Said” di Sibata 2023yê de dikeve vîzyonê

Fîlmê “She Said” li ser destpêka tevgera MeTooyê disekine û lêpirsîna rojnameya New York Timesê tîne ber ekranê sînemayê. Hate ragihandin ku fîlmê “She Said”, dê di 10ê meha Sibata 2023yê de bikeve vîzyonê ku tê de Carey Mulligan û Zoe Kazan weke serlîstikvan cih digirin.

Fîlmê nû, ji aliyê derhêner, senarîst û lîstikvana Elmanyayî Maria Schrader ve hate kişandin û senaryoya “She Said”ê jî Rebecca Lenkiewicz nivîsîye. Fîlm ji pirtûka bi navê ‘She Said: Breaking the Sexual Harassment Story That Helped Ignite a Movement’ yên Jodi Kantor û Megan Twoheyê ji bo sînemayê lê hatiye anîn. Di navbera çêkerên fîlmê de Brad Pitt, Dede Gardner û Jeremy Kleiner hene.

Tevgera MeTooyê di sala 2006ê de destpê kir û di sala 2017ê de bi parvekirina medyaya civakî ya lîstikvana sînemayê ya Amerîkî Alyssa Milano ve li seranserê cîhanê belav bû. Tevgera MeTooyê li dijî tundiya zayendî têdikoşe û mafên jinan diparêze.

Fîlmê “She Said” bi çêkeriya pargîdanîya Plan B Entertainmentê hate kişandin ku ji fîlmê fragmana nû hate weşandin, wê 10ê Sibata 2023yê de bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: