“Sidiq û Piling” li Holandayê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt

Festîvala Belgefîlman 2Doc ji aliyê IDFA’yê ve îsal cara 32’yemîn hate lidarxistin û di 27’ê meha Mijdarê de belgefîlmê xelatgir diyar bûn. Di festîvalê de belgefîlmê “Sidiq û Piling” yê derhênerê kurd Rêber Dosky, Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.

Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname.com’ê de cih digire, 32’yemîn Festîvala Belgefîlman 2Doc ji aliyê IDFA’yê ve li Enstîtuya Fîlman EYEyê ya li Amsterdama Hollandayê hate lidarxistin û belgefîlmê xelatgir 27’ê Mijdarê bi merasîmek hatin eşkerekirin. Li festîvalê, derhênerê kurd Rêber Dosky bi belgefîlmê xwe yê bi navê “Sidiq û Piling” (Sidik And The Panther) re Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Dosky di belgefîlmê de qala çîroka Sidiqî dike ku ketiye li pey pilingek. Siqiq 25 salan e dixwaze ev pilingê bibîne û bi delîl eşkere bike ku li çiyayên Kurdistanê ew heye. (Diyarname.com)

Di merasîma şeva festîvalê de; belgefîlmê “Rotjochies” yê Maasja Ooms, Xelata Taybet a Juriyê girt û fîlm, xelatên Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî û Vesazkirina Herî Serketî jî wergirtin.

Li bernameya festîvalê di beşa belgefîlmên metrajdirêj de, belgefîlmê “In a Whisper” yên Heidi Hassan û Patricia Pérez Fernándezê xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Di beşa belgefîlmên metrajdirêj de, Mehrdad Oskouei bi belgefîlmê xwe yê bi navê “Sunless Shadows” re Xelata Derhênerê Herî Serketî wergirt.

Festîvala Belgefîlman 2Docê li cîhanê festîvaleke girîng û her sal li Amsterdama Hollandayê tê lidarxistin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir