Sînemagerên Fransiz piştgirî dan li Jinên Îranê
Gelek sînemagerên herî serketî û navdar ên endustrîya sînemaya Fransizê di 4ê mehê de bi daxuyanîyeke nivîskî piştgirî dan li Jin û neteweyên Îranê ku di navbera wan de lîstikvan û derhênerên wekî Isabelle Huppert, Juliette Binoche, Marion Cotillard, Lea Seydoux, Guillaume Canet, Louis Garrel, Julia Ducournau jî cih digirin.
Jina kurd Jîna Mahsa Emînî di meha 16ê Îlonê de ji aliyê “Polîsên exlaqpereset” ve li Îranê bi sedema “şerpeya xwe xweşik girênedaye” hatibû desteser kirin û biribûn li qereqolê. Rewşa Emînî li qereqolê nebaş bûbû û paşê jî jiyana xwe ji dest dabû.
Ji roja ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da û heta niha li gelek bajarên Rojhilat û Îranê gelek kes hate kuştin. Li gor daxuyanîya Mafên Mirovan a Îranê heta niha zarok jî tê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes hatine desteser kirin.
Aralarında Oscar ödüllü Marion Cotillard ve Juliette Binoche’un da olduğu onlarca kadın sanatçı, İran'da #MahsaAmini’nin polis nezaretinde ölümünün ardından başlayan protestolara destek amacıyla saçlarını kesti
👉https://t.co/6Tm5DnAwBo pic.twitter.com/HecPGPw9Il
— VOA Türkçe (@VOATurkce) October 5, 2022
Gelek sazî, sînemager, nivîskar, hunermend, rewşenbîrên kurd û tirk bi daxuyanîyên nivîskî bal kişandin li ser mirina Jîna Emînî û piştgirî dan li jin û neteweyên Îranê. Li gelek welatên seranserê cîhanê yên wekî Parîs, Los Angeles, Stenbolê mirina Emînî hate protesto kirin û bal kişandin li ser şert û mercên jinan. Gelek jin, ji bo protestokirina mirina Jîna Emînî porên xwe jêkirin û li ser medyaya civakî weke vîdyoyan parve kirin.
Sernavê nameya sînemagerên Fransiz bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” re hate weşandin û bal dikişîne li ser rewş û mercên jinên li Îranê. Di daxuyanîya sînemageran de hate ragihandin ku “Em hêvî dikin ku li Îranê û di hemû welatên ku jin di heman şert û mercan de dijîn de pêvajoyeke nû destpê bike.”
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com