Sînemagerên jin û LGBTİ+ piştgirî dan li jinên Îranê
Jina kurd Jîna Mahsa Emînî di dîroka 16ê Îlonê de ji aliyê “Polîsên exlaqpereset” ve li Îranê bi sedema “şerpeya xwe xweşik girênedaye” hatibû desteser kirin û biribûn li qereqolê. Rewşa Emînî li qereqolê nebaş bûbû û paşê jî jiyana xwe ji dest dabû.
Ji roja ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da û heta niha li gelek bajarên Rojhilat û Îranê gelek kes hate kuştin. Li gor daxuyanîya Mafên Mirovan a Îranê heta niha zarok jî tê de 83 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes hatine desteser kirin.
Biz Türkiyeli kadın sinemacılar olarak İranlı kadınlarla ve İran halklarıyla dayanışma içinde olduğumuzu ilan ediyor, özgürlük ve eşitlik için hep bir ağızdan haykırıyoruz.#kadınyaşamözgürlük pic.twitter.com/IOgitrX9ES
— Stand with Women of Iran – Turkey (@IDayanisma) September 28, 2022
Sînemagerên jin û LGBTİ+ yên Tirkeyeyî bi vîdyoyên belav kirin û bi dirûşmê “Jin, Jiyan, Azadî!” piştgirî dan li jin û neteweyên Îranê. Gelek sînemagerên wekî Ceylan Ozgun Ozçelîk, Fûsûn Demîrel, Serra Yilmaz, Ayça Damgacî, Devîn Ozgur Çinar, Nûr Sûrer, Belçîm Bîlgîn, Hatîce Aslan, Tulîn Ozen, Tîlbe Saran, Bûrcû Bîrîcîk, Melîs Bîrkan, Ceren Moray, Damla Sonmez, Melîsa Sozen û Canan Ergûder jî di van vîdyoyan de piştgirî dan li jinên Îranê.
Hunermendên kurd Lukman Ahmad, Runak Resulpur û Alî Bagherî ji bo bîranîna Jîna Emînî wêne xêzkirin û li ser medyaya civakî parve kirin. Lîstikvana navdar a sînemayê Angelina Jolie û hunermanda navdar Sezen Aksû jî li ser mirina Jîna Emînî daxuyanî dan û di daxuyanîyên xwe de piştgirî dan li têkoşîna jinên Îranê.
Navenda Pena Kurd jî di derbarê kuştina Jîna Emînî û bûyerên Îranê de daxuyanîyeke nivîskî weşand û piştgirî da li jin û neteweyên Îranê*. Derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî û derhênerê navdar ê fars Asghar Farhadî di rojên derbasbûyî de bang li sînemagerên cîhanê kirin û piştgirî dan li jinên Îranê.
412 hunermend, nivîskar û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşandin û eşkerekirin ku ew piştgiriyê didin xwepêşandanên ku piştî kuştina Jîna Mahsa Emînîyê li Îranê qewimîne.* Jinên cîhanê ji bo piştgirîya jinên li Îranê porên xwe jêkirin û li ser medyaya cîvakî weke vîdyoyan belav kirin. Çend roj berê ji Tirkiyeyê 427 sînemageran piştgirî dabûn xwepêşandanên li Îranê.*
Wêne: Bianet
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com