“Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”

Di van salên dawiyê de, pêwendiya mirovan bi pirtûkên hunerî û çandî ve zêde dibe û bi taybetî jî pirtûkên li ser sînemayê hatine nivîsandin gelekî eleqe dibînin.

Li gorî salên dawî, pirtûkên sînemayê ji aliyê weşanxaneyên huner û çandê ve bêtir têne çap kirin û wergerandin, hejmarên pirtûkên bîrdoz û senaryoyê her ku diçe zêdetir dibe û ev rewş jî dilên sînemahez û hunerhezan kêfxweş dike.

Çapa duyem a pirtûka “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, di dawiya meha Gelawêj a 2017’ê de ji hêla Agora Kitalığı ve derketî û du mehan paşê jî çapberiya pirtûkê derçû.

Ev xebata girîng û watedar ji aliyê derhêner û sînemavana Kurd Mizgîn Mujde Arslan ve hate amade kirin ku cara yekem di sala 2009’ê de hatibû çap kirin û di demeke kurt de gelek eleqeyan dît.

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi vir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.

Destpêka Sînemaya Kurdî, wek filmê “Zerê” (1926) yê Derhênerê Ermen Hamo Beknazaryanî tê qebûl kirin û di sala 1926’ê de li Ermenistana Sovyetê hate kişandin. Li dû vê dîrokê, bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatan de fîlm û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin.

Di pênc parçeyên Kurdan de, ji ber qedexe û ne pêşketina pîşesaziya sînemayê (di wateya Endustrî de), derhêner û sînemavanên Kurd di dîrokeke nêzîkî 30 salan e xebatên xwe dest pê kirin.

Di ev salên dawî de hejmara filmên Kurdî zêdetir dibe, filmên Kurdî di mîhrîcanên filman de têne nîşan dayîn û xelat wergirin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Samira Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhêner û sînemavanên navdar ên din derdikevin.

Derhênerê navdarê Kurd Yilmaz Guney  bandoreke mezin li sînemaya Kurdî, li ser sînemavanên Kurdan û sînemaya cîhanê kir, Guney bi hest û ramanên xwe di sînemayê de dê hertim riyeke ronî bibe.

Pirtûka “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, geşedana dîrokî ya Sînemaya Kurdî vekolîne.

Nivîskar û derhêner Mizgîn Mujde Arslan, gotar û nivîsên ku li ser sînemaya Kurdî hatine nivîsandin; ji bo temaşavan, sînemavan û xwendevanan berhev kiriye û pirtûk ji bo sînemahezan çavkaniyeke girîng e.

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

— Ev Nivîs-Nûçe, di hejmara yekemîn a E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin / Hejmar 1 – Berfanbar – 2018

Pirtûk: “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” (Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm”)

Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Mujde Arslan

Weşanxane: Agora Kitaplığı

400 Rûpel

Pirtûkên din ên Mizgîn Mujde Arslan:

“Rejîsor’ Atîf Yılmaz” / Weşanxane: Agora Kitaplığı, 220 Rûpel (2007)

“Yeşîm Ustaoglu: Av, Mirin û Rêwîtî” (Yeşim Ustaoğlu: Su, Ölüm ve Yolculuk)

Weşanxane: Agora Kitaplığı, 164 Rûpel (2010)

Belgefîlm û Kurtefilmên Derhêner Mizgîn Mujde Arslan:

Belgefîlman: “Kirasê Mirinê: Hewîtî”(2009). “Dana Bayramı” (2010). “Ez Firiyam Tu Mayî Li Cî” (2012).

Kurtefilman: “Lîstika Dawî” (2006). “Tov” (2009). “Şare” (2010) – Derhêner: Mizgîn Mujde Arslan, İrfan Taşkin. “Asya” (2012).“Melek” (2015). “Arîn” (2017).

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir