Sînemaya Polîtîk

                                                                                                                                      (Sergey Ayzenştayn)

Nivîs: Dawid Jikevir

“Hemû fîlm polîtîk in. Dawîya dawî an fîlm xizmeta pergalê dikin, an jî li hemberî wê disekinin.” ~Sergey Ayzenştayn~

Sînema hunereke dîtbarî ye. Dîtin ew tişt e ku destpêka jîyana zindîyan de heye. Zindî bi saya dîtinê gelek tiştan têdigihêjin û bi nav dikin. Jiyana ku em di nav de dijîn, em bi çavên xwe derdora xwe, mirovan, cil û bergan, avahîyan û hwd. dibînin. Sînema jî bi saya vê taybetîya xwe ya dîtbarîyê, wekî çavên mirovan, ji civakan dîmenan bi me re parve dike. Ne tenê dîmenan jiyana civakê di nav de, çand, xwarin, reng, cil û bergên wan û her wiha bi gellek tiştên din jî nîşanî me dide. Sînema dîtbarî ye û di destpêkê de, sînema bi gelemperî wekî belgefîlm dihatin çêkirin û ev belgefîlm jî jîyana civakê ya ku di nav de ye dikir mijar: wiha derket û belav bû.

Di sînemayê de her ku pêşketin çêdibû, ziman û rêbaza vegotina sînemayê jî diguherî. Mijarên cuda, vegotinên cuda, teknîk û sînematografîya cuda dihat ceribandin. Hin derhêner an jî çêker ji bo ku derdê xwe bi dîmenan vegotana fîlm çêdikirin. Ev qayîde di bin ya xwe de fîlmên kû kesayetan re tiştekî bibêje dihat çêkirin. Hin derhêner û çeker jî ji bo ku mirovan ji jîyana ku di nav de ye dûr bixista û bikira nava jîyaneke xeyalî fîlm çêdikirin. Fîlmên wiha jî, ji bo ku kesayetan rewşa di nav de ye dûr bixista û wan bikira nava xewn û xeyalan dihatin çêkirin. Em li ser gotina Ayzenştayn herin, fîlmên wiha ji bo ku kesayetan bi awayekî erênî, ji mijarên polîtîk û siyasî dûr bixistana dihatin çêkirin. Dûre wê kesayet bidîtana ku civak di nava xweşîyê de dijî û bê pirsgirêk e. Fîlmên wiha ji ber kû destê xwe nade tu tişt î, weke kû xizmeta pergalê dike, polîtîk hatiye hilbijartin. Wekî mînak gava ku qeyrana 1929an li welatên ewrûpayê rû dide, fîlimên bi şêweya klasîk û çîrokên ku dawîya wan bi kêfxweşî diqede zêdetir dibin. Ji bo ku rewşa civak di nav de ye neyê zanîn, an jî civak li hemberî pirsgirêkan serê xwe raneke sektorên sînemayê, fîlmên bi wî rengî çêdikirin. Temaşevan her ku ji salonên sînemayê derdiketin bi awayekî sivik û rihettir diçûne mala xwe.

                                                                                                                                          (‘Keştiya Şer’ a Sergey Ayzenştayn)

Di cîhanê de gellek kes, vê mijarê di huner, zanist û qadên din de dikin mijar. Ev qad gotar, pirtûk, hunera hevçerx, stran û her wekî hunerên din de jî xwe didin der. Qada sînemayê de jî, çêker û derhêner sînemaya polîtik berfirehtir dikin, derdê xwe an jî yê civaka xwe dikin mijar,  vedibêjin, hewla wan bi zimanê dîmenan vê mijarê vegotin e.

Piştî gelek fîlmên polîtîk mirov dikare bibêje ku di fîlmên polîtîk de vegotinek an jî şêweyek nîne, her fîlm li gor derhêner, mijar û vegotina xwe diguhere. Bi kurtasî takekes û civakên di bin mêtîngehîyê de an jî otorîteya dîktatorî de dijîn, bûne mijarên fîlmên polîtîk.

Di fîlmên polîtîk de kesayet an jî civak ji aliyê pergalên zordest ve maf û azadiya wan hatîye dorpêçkirin û mafê wan yê rewa hatiye binpêkirin. Kesayetên di nav pergalê de dijîn bê azadî û bê maf in. Asta nezanînê, bêhişmendîyê li jor e û ev ast her ku bilind dibe pergal ew qas bi hêz dibe. Tekane nêzikatîya pergalê ew e ku hemû kes wek hev bibin: yên di bin mêtîngerîyê de çand, dîrok û kefneşopîyên xwe ji bîr bikin, bi gelemperî jî xwe nas nekin û bibin xûlamê pergalê. Her wiha pergal, televîzyon, kovar, û medyaya civakî jî kontrol dike û dixwaze kesayetan bi her awayî bikişîne cem xwe, gotin û kiryarên xwe bi wan bide qebûl kirin.

                                                                                                                  (‘Land and Freedom’ (Welat û Azadî) ya Ken Loach)

Di fîlmên polîtîk de serleheng an zêdetir hişmendî, zana û aqil e, an jî tu tişt î nizane, serlehengekî din wî zana dike û li hemberî pergalê serî lê dide rakirin.  Armanca sereke a serlehengan ew e kû civakê nava xewn û xeyalan derxînin, wan hişyar bikin, rastîyên heyî bi wan re bibêjin û li hemberî pergalê sekneke baş bidin hîn kirin.

Herwiha armanca çêkirina fîlmên polîtîk netenê vegotina mijarekê an jî çîrokekê ye. Armanc hişyar kirina kesayetan li hemberî pergalên kirêt e û derhêner dixwazin bi awayekî erênî fîlmên wan kesayetan hişyar bikin û nehêlin kesayet wek pergalên di nav de ye tevbigerin.

Di vê nivîsê de min bi kurtasî behsa naveroka sînemaya polîtîk kir. Di nivîsa duyemîn de ez ê hewl bidim li ser fîlmên derhênerekî herim û wisa qala sînemaya polîtîk bikim. Heta nivîsa duyemîn, bêsînema nemînin!

*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a kovara “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin. – Berfanbar (2020)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir