Sonyê, dîrokên vîzyonê yên fîlmên Marvelê bi paş ve xistin
Pargîdanîya Sonyê dîrokên vîzyonê yên her du fîlmên gerdûna Marvelê bi paş ve xistin. Fîlmê “Madame Web” (derhêner: S.J. Clarkson= dê 7ê Tîrmeha 2023yê de biketa vîzyonê, lê hate ragihandin wê 6ê Cotmeha 2023ê bikeve vîzyonê. Fîlm, weke yek ji çîrokên Spider-Man spin-offê ye û tê de lîstikvana sînemayê Dakota Johnson weke serlîstikvan lîstiye.
Dîroka vîzyonê ya fîlmê “Insidious” (derhêner: Patrick Wilson) jî hatiye guhertin. Li gorî nûçeya malpera Beyazperde‘yê fîlm dê 7ê Tîrmeha 2023yê de bikeve vîzyonê. Fîlmê “George Forman” di 31ê Adara 2023yê de û fîlmê “The Pope’s Exorcist” jî dê 7ê Avrêla 2023yê de bikeve vîzyonê.
Herwiha fîlmekî Marvelê ku hêj navê wî nexuyaye dê di 7ê Pûşbera 2024ê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û dîroka vîzyonê ya fîlmê “A Man Called Otto”(derhêner: Marc Forster) jî weke 14ê Berfanbara 2022yê hate eşkerekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com