“Sorry We Missed You” û fîlmên din
Di rojên 20 û 22’yê meha Sermawezê (Mijdar) de li salonên sînemayan anîmasyonek, bi giştî 4 fîlm ketin vîzyonê.
Ricky, di qeyrana sala 2008’ê de wekî bi hezaran mirovan ji karê hatiye derxistin. Ji ber qerên xwe yên ku roj bi roj zêde dibe û ji bo debara malbata xwe di pargîdaniyeke kargoyê de dest bi karê dike. Ricky bi dest û lepan karê xwe berdewam dike, lê mercên dijwar ên karê wî, bandorek neyînî li ser wî û malbata wî dike.
Derhênerê hoste û xelatgirê Palmiyeya Zêrîn Ken Loach, di fîlmên xwe de qala jiyan û pirsgirêkên karker û rêncber û bêkaran ve dike û dibe dengê bindestên hemû cîhanê û rûyê rastînên jiyanê nîşan dide. Fîlmê “Sorry We Missed You” di çarçoveya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hat nîşandan û wekî “I Daniel Blake” fîlmekî balkêş e.
Derhêner: Ken Loach û Senaryo: Paul Laverty
Lîstikvan: Kris Hitchen, Debbie Honeywood, Rhys Stone, Katie Proctor, Ross Brewster
Naîm Suleymanoglu li Bulgaristanê ji dayik bû û ji zarokatiya wî pê ve tê dîtin ku wî di werzişa halterê de biqabiliyet e. Suleymanoglu, ji Bulgaristanê tê Tirkiyeyê û îltîca dike, piştî demekê di olîmpîyad û şampîyonayên Ewropayê de gelek caran medalyayên zêrîn werdigire û dibe yek ji navên herî serketî yên dîroka werzişê.
“Cep Herkulu: Naîm Suleymanoglu” qala çîroka jiyana werzişkarê halterê Naîm Suleymanoglûyî dike. Fîlm, ji aliyê Omer Feyzîoglu ve hate kişandin û senarîstê fîlmê Bariş Pîrhasan e. Bariş Pîrhasan bi fîlmên xwe yên fîlmên wekî; “Oda Benî Sevîyor” (2001), “Ah Belînda” (1986), “Adi Vasfîye” (1985), “Amansiz Yol” (1985), “Kiyidakilar” (2016) ve tê naskirin.
Derhêner: Ozer Feyzîoglu û Senaryo: Bariş Pîrhasan
Lîstikvan: Hayat Van Eck, Yetkîn Dîkîncîler, Selen Ozturk, Gurkan Ûygun
Anna, Elsa, Keistoff, Olaf û Sven ji bo rizgarkirina qraltiyê derdikevin rêwîtiyeke dijwar û tije serpêhatî û diçin ber bi daristan û behrên reş ve.
“Frozen 2” fîlmê berdewam ê anîmasyona bi navê “Frozen” e ku di sala 2013’ê de hatibû kişandin û di beşa Metraj Dirêj a Anîmasyona Herî Serketî de Xelata Oscarê girtibû. “Frozen 2” yek ji anîmasyonên herî serketî yên vê salê ye.
Derhêner: Chris Buck, Jennifer Lee û Senaryo: Jennifer Lee
Zaravakirin: Kristen Bell, Jonathan Groff, Idina Menzel, Evan Rachel Wood, Sterling K. Brown, Jason Ritter, Josh Gad
Dan Torrance, di zarokatiya xwe de li Hotêla Overlook’ê rastî hin bûyeran hatiye ku dixwaze van ji bîr bike û ji bo xwe jiyaneke nû ava bike. Rojekê ciwanekî bi navê Abra hev û du nas dikin û jiyana wî ser û bin dibe. Ji ber wê rastîhevhatinê rabirdû ji nû ve derdikeve holê.
Fîlmê “Doctor Sleep” ji romana Stephen King ji bo sînemayê hatiye kişandin. Berhem di sala 1980’ê de ji aliyê derhênerê navdar Stanley Kubrick ve, bi navê “The Shining” ji bo sînemayê lê hatibû anîn.
Derhêner: Mike Flanagan û Senaryo: Mike Flanagan (Ji romana Stephen King)
Lîstikvan: Ewan McGregor, Rebecca Ferguson, Kyliegh Curran, Cliff Curtis, Zahn McClarnon, Emily Alyn Lind, Selena Anduze, Robert Longstreet
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com