Soysal: Sînemaya Kurdî bi pêş dikeve û fîlmên xweş tên çêkirin

Roportaj: Omer Bextîyar -Enqere

Li Tirkîyeyê di şert û mercên pandemîyê da yekem car festîvalekê fîlman rûbirû û li gorî şertên fîzîkî li eywanên sînemayê birêve çû. 31emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê di 3yê Îlonê da dest pê kir û di 10ê Îlonê da bi merasîma xelatdayînê bidawî bû. Berîya wê Festîvala Fîlman a Stenbolê bi awayekî online di navbera 17 û 27ê Tîrmehê da hatibû lidar xistin. Di çarçoveya festîvalê da duyemîn fîlma metraj dirêj ya derhênerê Kurd Faysal Soysal hate nîşandan. Fîlma bi navê “Ceviz Ağacı” yanê “Dara Gûzê” ji alîyê sînemahezan ve rastî eleqeyekê mezin hat. Me jî li ser navê SînemayaSerbixwe, li Festîvala Enqereyê di promîyera fîlma “Dara Gûzê” da, li gel derhênerê fîlmê Faysal Soysal bi Kurdî kurtehevpeyvînekê çêkir. Soysal mirovekî pir nefspiçûk û rûken e û bi Kurmancîyekê xweşik dipeyîve.

Bi kurtasî Fîlma “Ceviz Agaci”, piştî derbeya 12ê Îlonê li ser mamoste û nivîskarekî ciwan yê bi navê Hayatî, behsa rewşa têkçûyî ya civaka Tirkîyeyê û behsa mihasebeya wîjdana însên û rabirdûyê dike. Fîlm li Tirkîyeyê yekem fîlma hevpar ya Tirkîye û Îranê ye û lîstikvanên wek; Serdar Orçin, Sezin Akbaşogullari û Mert Yavuzcan dilîzin.

Derhênerê Kurd Faysal Soysal, yekem fîlma (Üç Yol-Sê Rê-2013-) xwe li Bosna Hersek û li deverên cuda yên Kurdistanê kişandibû û li gel zimanê Tirkî cih dabû zimanê Kurdî jî. Lê belê Soysal, fîlma xwe ya dawî li Goynuka navçeya Boluyê û bes bi zimanê Tirkî kişandîye. Soysal li ser zimanê fîlmên xwe dibêje; “ew zimanê fîlmên xwe li gorî coxrafyaya wê dikşîne.”

-Fîlma we par li festîvala Porteqala Zêrîn ya Antalyayê promîyera xwe ya ewil kir. Her wiha li Festîvala Online ya Stenbolê jî hate nişandan û niha jî li Festîvala Enqereyê tê nişandan. Temaşevan û rexnegir derheqê fîlma we da çi dibêjin? Û her wiha dikarî hinekê behsa nîşandana li festîvalan bikî?

Faysal Soysal: Bi giştî him temaşevan û him jî rexnegirên sînemayê bi erênî behs dikin. Bo fîlma me ya ewil Sê Rê jî rexneyên xweş hebûn. Lê me dît ku Ceviz Agaci zêdetir hate ecibandin. Li vir jî me dît ku sînemahez ji nêz ve eleqe nîşan didin. Piştî vir wê fîlma me li Festîvala Fîlman a Edeneyê bê nîşandan. Mixabin niha ji ber pandemîyê gelek festîvalên navdewletî betal bûn, lê belê wê fîlma me yekem gera xwe ya navneteweyî li Festîvala Fîlman a Moskowayê pêk bîne. Hê paşê ka li gorî şert û mercan em ê lê binêrin.

“Coxrafya çawa be divê zimanê fîlmê jî wisa be”

– Fîlma te ya “Dara Gûzê” li Festîvala Enqereyê hate nîşandan. Tu wek derhênerekî Kurd bi Tirkî fîlman çêdikî. Tu dixwazî li ser vê meseleyê çi bêjî?

Faysal Soysal: Min fîlma xwe ya berîya “Dara Gûzê”, “Sê Rê” li Kurdistanê çêkiribû. Li Farqîn, Mîdyad û Heskîfê kişandibû û tê da dîyalogên bi Kurdî jî hebûn. Gava ez fîlm çêdikim coxrafya çawa be divê zimanê fîlmê jî wisa be. Dema ez dîsa herim li Kurdistanê fîlm çêbikim divê zimanê fîlma min him Kurdî, Erebî û Tirkî be. Ji bo min tişta herî girîng ev e; divê tu ji dinyaya fîlmê bawer bikî. Lê ez dibînim ku sînemaya Kurdî her diçe bipêş ve diçe û înşaella wê fîlmên baştir jî bêne çêkirin.

-Pekî di pêşerojê da planekê te heye ku li Kurdistanê fîlmekê bi Kurdî bikşînî?

Faysal Soysal: Çima nebe. (Dibişire) Wê demê divê fîlma me jî li Batman, Dîyarbekir û li wan deveran be ku bi Kurdî bê kişandin. Li Stenbolê bikşînî tu nikarî bes bi Kurdî bikşînî. Ji bo min tiştê muhîm fîlm û çîroka fîlmê ye. Fîlm divê rasteqînî be û xwedî senaryoyekê pir baş be. Paşê êdî bi Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî zêde ferq nake, li gorî min.

Faysal Soysal Kî Ye?

Şair, wergêr, senarist û derhênerê Kurd Faysal Soysal, di sala 1979an da li bajarê Batmanê tê dinyayê. Soysalê ku li gel karûbarên sînemagerîyê li Stenbolê Dermansazîyê jî dike, li Tahran û li NewYorkê perwerdehîya sînemayê dîtiye û çend kitêb jî ji zimanê Farisî bo Tirkî wergerandîye. Faysal Soysal di nav da 2 fîlmên metrajdirêj, xwedîyê 13 belgefîlm û kurtefîlman e.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: