Stalker Li Pey Şopa Çi Ye?

Nivîs: Omer Bextîyar

“Însan bi xwe hem zelam e, hem nûr,

Adem ji te qerîb e, hem dûr…”

(Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)

Andrei Tarkovskyê ku li cîhana sînemayê wek hoste û pêşengê “sînemaya helbestkî û felsefî” tê qebûlkirin, di emrê xwe yê 54 salî da 12 fîlmên sînemayê kişandine û ji wan du fîlm jî di kategorîya “xeyala zanistî” (Science Fiction) da tên qebûlkirin.

 Em ê di vê nivîsê da behsa pêncemîn fîlma metrajdirêj a Tarkovsky “Stalker”ê bikin. Tarkovsky fîlma xwe ya ewil a xeyala zanistî  “Solaris”ê di sala 1972yan da dikşîne. Piştî 7 salan Stalker jî wek Solarîs ji romanê bo sînemayê adapte dike. Lê helbet dîsa li gor bîr û bawerîya xwe li fîlmê tîne. Tarkovsky, dema romana birayên Boris ve Arkady Strugatsky a bi navê “Piknik na obochine” (Li Fezayê Geşt-1971) dixwîne biryarê dide ku wê bike fîlm. Jixwe tê gotin Tarkovsky zêde ji Solarisê hez nekirîye, lê Stalker tam li gorî dilê wî çêbûye. Her wiha ev fîlm tesîreke mezin daye ser dîroka sînemaya cîhanê û cureya xeyala zanistî. Te dî “Solaris” behsa rêwîtîya çend zanyaran a ber bi gerstêrk û fezayê dikir. Lê Stalker li dinyayê, li ‘herêm’ekê derbas dibe û dîsa ev fîlm behsa rêwîtîyeke ber bi rastî û heqîqeta însan û gerdûnê ve ye. Ka em pêşî bi kurtasî berê xwe bidin mijara fîlmê.

Temsîla Stalker û Karakterên Sereke

Fîlm behsa rojekê û rêwîtîya Stalker (Şopger), profesorê fizîkê û nivîskarekî dike ku ew ber bi cihekî bi navê “herêm”ê ve diçe. Stalker rêbertîya mirovan dike û wek “qaçaxçîyan” mirovan dibe herêma qedexekirî û tîne. Lewra ew bi herêmê û hêza wê bawer e. Herêm cihekî efsûnî ye û çûyîna wê ji alîyê dewletê ve hatîye qedexekirin. Li vê herêmê odeya arezû û xwestekan heye ku kesê bikeve wê odeyê digihîje hemû mirad û meqsedê di dilê xwe da. Fîlm li ser vê rêwîtîyê û bîrewerîya Stalker radiweste. Stalkerî (Şopgerî) wek meslek û karekî ye. Kesên ku Stalkerîyê dikin ji rêbertîya mirovan debara xwe dikin. Jixwe ji xeynî Stalker êdî ti kes vî karê bi talûke û deraqil nake. Jina wî jî ji vî karê aciz e. Lê Stalker merivekî dîndar û bawermend e. Ew bi bexteweriya mirovên din bextewar dibe. Ji loma jî ew bi israr wek derwêşekî vî karê xwe wek erkekî dike. Merivekî fidakar e, ‘umî’ dixuye lê yekî zana ye. Jixwe di dawîya fîlmê da em dibînin ku di xaniyê wî yê mitewazî da kitêbxaneyeke mezin heye.

Nivîskar yekî nihîlîst û reşbîn e. Temsîla rewşenbîr û minewerên pozitîf dike. Eleqeya wî bi bawerî û manewîyatê nîne. Lê ew ji bo ku bibe nivîskarekî bi nav û deng derketîye vê rêwîtîyê.

Profesor temsîla zanista modern e. Her tiştî li gorî pîvanên aqil û zanistê dibîne û rave dike. Çawa zanyar atom, çek û tiştên kîmyewî çêdikin û di dawîya dawî da bi wan îcad û berhemên xwe xizmeta desthilatan dikin, li vir jî profesor çiqas aram xuya be jî di dawîyê da mirad û meqsedê wî ew e ku ‘odeya xwestekan’ tune bike. Lewra profesor bi bombeya ku bi çanteyê xwe ra anîye dixwaze vê odeyê hilweşîne. Lê nikare vê pêk bîne.

Rêwîtîya Ber Bi Herêma Efsûnî

Li barekê Stalker û her du mişterîyên xwe, prosefor û nivîskar dicivin da ku bi rê kevin. Dengê trênê tim tê guhê me. Bi şopgerî û rêberîya Stalker, nivîskar û profesor ber bi herêma bi sir û efsûnî ve bi rê dikevin. Dinya sar e, şilî dibare. Her der şilopilo ye, kolan bi herî ne, derve wek distopyayekê ye. Li bajêr mirov nînin, wek bajarekî xeyalî ye. Her sê rêwîyên wêrek bi dizîka dikevin riya ku diçe herêmê. Li xara trênê rastî bekçîyan tên û bekçî wan didin ber gulleyan. Lê xwe ji wan xilas dikin û berê xwe didin herêmê. Tên cihekî hêşîn û bi dar û ber. Ev der herêm e. Dibêjin wa dawîya dawî em gihîştin mala xwe. Ev der li ser rûyê dinyayê cihê herî xir û xalî ye, ti kes lê tune ye. 

Bi dorê dikevin nav daristanê, li pey şopa lingên hev diçin. Ji herêm û tebîetê ra hurmetê nîşan didin. Ji bo rêça xwe kapekê davêjin û li pey êlma wê diçin. Bes dengê heywan û çûkan tê. Û dengê şopa lingên wan. Stalker ji nivîskar û prosefor ra dibêje, ‘herêm ji me rêz û hurmete dixwaze, nexwe wê curm li me bibire, ji loma jî baldar bin.’ Deng û atmosfera herêmê miezem e, tesîrekê mezin dide ser temaşevanan.

Nivîskar û Profesor bi endîşe ne

Hêdî hêdî, bi bêhnfirehî ber bi odeya arezû û xwestekan ve diçin. Nivîskarê ku pişk li wî ketîye û daye pêşîya qeflê bi tirs û xof dimeşe, tê ber derîyê tunelê ku derbasî hember bibe, lê naxwaze derî veke. Ditirse. Dû ra ji pişta xwe çardexwera xwe derdixe ku berê derî bide. Lê Stalker û profesor bi hêvî û lawa nahêlîn ew çeka xwe bixebitîne. Nivîskar mecbûr dimîne û çeka xwe davêje erdê. Ji nava avê derbasî alîyê din dibe. Ev qonaxekê nû ya rêwîtîyê ye. Çawa nivîskar bi xwe ra çek anîbe, profesor jî bi xwe ra derzîyeke jehrî anîye. Stalker şaş û metel dimîne. Lewra divê ew ji derve tu tîştekî bi xwe ra neanîbana. Bes bi dilekî safî û bawer bihatana herêmê û ya dilê xwe ji odeyê bixwestana.

Digihîjin odê, lê taqet nakin bikevin hundir

Çima însan tên vê derê û li pey çi ne? Em di fîlmê da tim li pey şopa van pirsan in. Bextewarî, pere, şohret, xelat, jin, bawerî? Tişta balkêş ew e, li odeya xwestinê kes daxwaza xwe bilêv nake. Lewra ode ya dilê mirovan dizane û ew daxwaza wê tîne cih. Tişta ku mirov ji xwe jî vedişêre li vê odeyê kifş dibe û pêk tê. Her wiha kesên stalker nikarin bikevin vê odeyê, lewra ode bo berjewendîyên wan li wan hatîye qedexekirin. Lê hosteyê Stalker “Jûjî” ketîye odeyê.  Daxwaza “Jûjî” pere bûye û ew pêk hatîye. Lê dû ra Jûjî ji ber giranîya daxwaza dilê xwe nema sebir kirîye û xwe daliqandîye. Heta em hîn dibin ku ji ber vê sedemê birayê wî yê seqet jî canê xwe ji dest daye. Ode him rehmet e, him jî lenet. Wek îqtîdar û desthilatê. Mirov dikare wê qudretê ji bo başîya însên jî, ji bo xirabîyê jî biemilîne. Stalker meseleya hosteyê xwe ji wan ra dibêje. Em di dawîya fîlmê da hîn dibin ka çima vê meseleyê ji wan ra dibêje. Lewra keça Stalker seqet e û ew ji xwe ditirse ku daxwaza dilê wî ne başbûna keça wî, lê tiştekî din be.

Ji rêwîtîyekê zor û zehmet derbas dibin û a soxî digihîjin ber derê odê. Lê ne nivîskar, ne prosefor ne jî Stalker, kes ji wan naxwaze bikeve odê. Lewra ew her sê jî ji ya dilê xwe ditirsin. Li vir her sê karakter jî bi xwe ra rûbirû dimînin, ode ji wan ra dibe eyne û bi vî şiklî rêwîtîya manewî ya pakbûnê “katharsis” derbas dikin. Ev merheleya dawî ya rêwîtîyê ye. Rêwîtîya herî zor bi awayekî eşkere rûbirûbûn û fehmbarîya însan bi xwe ye. Ji loma jî fîlozofê nemir Ehmedê Xanî gotîye; “Însan hem tarî ye, hem jî nûr e (ronî). Benî Adem hem nêzî te ye, hem jî dûr.”

Fînala fîlmê miezem e

Dengê trênê tê û em cardin li mekanê ku li hev civîyabun dibînin. Jinek dikeve hundir. Kûçikekî reş jî bi wan ra ye. Kûçikek reş li herêmê jî hebû. Ew jinik, jina Stalker e. Li derve keçikek jî heye. Em dibînin ku keçik seqet e, darê binçengan heye. Stalker keça xwe dide ser mile xwe û bi bextewarî ber bi mala xwe ve diçin. Digihîjin mala xwe û Stalker ji jina xwe ra dibêje, ‘Xwedê dizane ez pir westîyayî me.’ Stalker, ji jina xwe ra behsa rêwîtîya xwe ya dawî dike û profesor û nivîskar bi îman kamilnebûyînê sûcdar dike û bi hêrs dikeve. Jina Stalker wî aş dike û dixe nava nivînan. Lihêfê davêje serê û wî bi gotinên xwe aş dike. Dema min ev sehne temaşe kir, sehneyek hat bîra min; ew sehneya ku dema ji pêxemberê Îslamê Hz.Mihemed ra wehya ewil tê, ew bi tirs û xof ji Şikefta Hîrayê vedigere mala xwe û jina wî Xetîce wî aş dike. Stalker jî ji ber tesîra rêwîtîyê dikeve tayê û êdî bawerîyê bi kesî nayne. Ji jina xwe ra dibêje, ‘êdî ez ê neçim herêmê.” Lê jina wî hêvîyê dide wî û bi şifqet jê ra dibêje, ‘ez ê bi te ra werim.’ Di dawîya vê sehneyê da kamera tê ser jinikê û jinik ji kamerayê ra diaxive.

Dû ra em keça wan a seqet dibînin. Jixwe fîlm bi vê sehneyê diqede. Keçik kitêbekê dixwîne, Încîla Pîroz e herhal. Keçik her sê şûşeyên li ser masê bi îradeya xwe ya zêhnî dileqîne û qedeha mezin dikeve xwarê. Disa trên derbas dibe, xanî diheje. Keçik serê xwe datîne ser masê, zêde mimîk tune ye û fîlm bi teqûreqa trênê û dengê muzîkê xilas dibe. Bi vê sehneya dawî em dibînin ku hêza herêmê di nav mala Stalker da jî heye. Fînala fîlmê bi hêvî û bawerîyê diqede. Keçik seqet e yanê nîv desthilat e, lê bi bawerî û manewîyatê xwedî qudret e ku bêyî destê xwe bide şûşeyan û nesneyan ji cihê wan bide leqandin.

Stalker Rêwîtîyekê Manewî ye

Xaye û armanca hemû dînan ew e ku mirov xwe nas bike. Te dî tê gotin: “heta mirov xwe nas neke, mirov nikare Xwedayê xwe jî nas bike.” Tarîxa mirovahî û felsefeyê jî bi van pirsên bingehîn têr û tijî ye; ‘Însan çi ye û ji bo çi hatîye afirandin?’ Her wiha li ser alîyên baş û xirab ên mirovan, li ser îradeya cuz’î û kullî, mirov çawa hildibêjere, mirov di esasê da çi dixwaze û ya kûrahîya dilê mirovî çi ye? Stalker jî bi rêwîtîyekê dide pey van pirsan û me jî daxilê wê dike. Wek “Mentiqu’t-Teyr”a berhema klasîk a felsefeya tesewufa Îslamî, di vê rêwîtîyê da jî rêwî ji bo ku xwe nas bikin ji gelek qonax û merheleyên zor derbas dibin.

Tarkovsky ji resman pir hez dike. Ev fîlmeke wisa ye ku Tarkovsky bi kamerayê dîmenên tabloyan derxistîye meydanê. Di fîlmê da çend îkona jî hene. Pê atifê Xristîyanîyê kirîye. Jixwe Stalker carinan wek Hz. Mesîhê hevçax daye nîşandan. Ji loma jî Stalker li ser bîr û bawerîyê, yek ji fîlmên herî baş tê qebûlkirin.

Her wiha Stalker dikare qîza xwe ya seqet ji bo ku baş bibe bîne odeya xwestekan. Lê nayne. Lewra wî bi îmanekê kamil xwe teslîmê Xwedayê xwe û qedera xwe kirîye.

Stalker dibe sedema mirina Tarkovsky

Tarkovsky ev fîlm li Estonyayê li fabrîqeyeke ku bermayîyên kîmyewî lê hebûye kişandîye. Bi rastî jî ev der cihekî terikandî ye. Di bin şert û mercên giran da vê fîlmê dikşînin û ji ekîba fîlmê gelek kes bi qansêrê dikevin û dû ra canê xwe ji dest didin. Tê gotin ku Tarkovsky jî li vir bi qansêrê dikeve û di 29ê Kanûna 1986an da jî li Parîsê wefat dike.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku Tarkovsk, Stalker du caran kişandîye. Lewra di dema şûştina fîlmê da nîvê fîlmê jê diçe û ew ji neçarî car din dikşîne. Heta Tarkovksy di bîranînên xwe da vê yekê wek sabotaj dibîne û êdî hew li Sowyetê fîlman çêdike. Piştî Stalker dikşîne û rastî astengîyan tê jixwe. Êdî berê xwe dide Îtalyayê û li vir fîlmên xwe dikşîne.

(*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a kovara “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin. – Berfanbar (2020)

 Kunyeya Fîlmê

Navê Fîlmê: Stalker

Derhêner: Andrei Tarkovsky

Senaryo: Arkadiy Strugatskiy & Boris Strugatskiy-Andrei Tarkovsky

Berhem: Arkadiy Strugatskiy & Boris Strugatskiy

Lîstikvan: Alexander Kaidanovsky, Anatoli Solonitsyn, Nikolai Grinko, Alisa Freindlich, Natasha Abramova

Sal: 1979

Cure: Drama û Xeyala Zanistî

Dem: 2 saet û 42 deqe

Ziman: Rûsî

Puana IMDb: 8,2

Çavkanî:

https://www.imdb.com/title/tt0079944/fullcredits?ref_=tt_cl_sm#cast

https://gazetekarinca.com/2018/04/yonetmen-andrey-tarkovsky-ile-stalker-uzerine/

Bo Backstage

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: