Steve McQueen fîlmên xwe yên nû, diyarî George Floydî kir
Derhênerê navdar ê Amerîkî Steve McQueen fîlmên xwe yên nû, diyarî George Floydî kir û got, “Heke hûn dareke mezin bin, em jî bivirekî piçûk in.”
Li gorî nûçeya Gazete Duvarê ku ji malpera Deadlineê hatiye wergirtin, derhênerê navdar ê Amerîkî Steve McQueen ragihand ku, fîlmên xwe yên nû ku dê bi etîketa Cannes 2020ê re bêne nîşandayîn, diyarî li George Floydî ku di hefteya borî de li Amerîkayê ji aliyê polêsan hatibû kuştin û tevgera Black Lives Matterê, kirine. Derhêner McQueen, di derbarê projeyên nû de daxuyaniyeke da û diyar kir ku, “Ez van fîlman îthafî George Floydî û hemû çermreşên ku li DYA, Îngîlîstanê û di cihên din de hatine kuştin ve, dikim. Steve McQueen got, “Heke hûn dareke mezin bin, em jî bivirekî piçûk in.” (’Black lives matter’)
Fîlmên “Mangrove” û “Lovers Rock” yên derhêner Steve McQueenî di bernameya 73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de cih digirin. Du fîlm di projeya Small Axeê de, ji bo BBCyê hatine amadekirin ku di vê projeyê de bi giştî pênc fîlm hene.
Her fîlmên ku di projeya Small Axeê de cih digirin, ji 1960an heta salên 1980an li Civaka Hindî ya Londrayê derbas dibin û bal dikişînin li ser çîrokên nijadperestî û cihêkariyê.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com