Sydney Sweeney bû serlîstikvana fîlmê “Barbarella”

Fîlmê “Barbarella” (Pevxistina zanistî, 1968) ji xêzeçîrokên bi heman navê yên Jean Claude-Forestî, ji aliyê Roger Vadim ve ji bo sînemayê hatibû kişandin û tê de lîstikvana navdar a sînemayê Jane Fonda weke serlîstikvan lîstibû. Hate ragihandin ku “Barbarella” wê ji aliyê pargîdanîya Sony Picturesê ve ji nû ve bê kişandin û Sydney Sweeney bûye serlîstikvana fîlmê.

Lîstikvanên din ên fîlmê nû hêj nehatine eşkerekirin û lîstikvan Sydney Sweeney di heman demê de dê bibe yek ji çêkera “Barbarella”yê.

Sydney Sweeney çêkeriya du rêzefîlmên Euphoria û The White jî kirin û li ser hesabê xwe yê Instagramê di derbarê projeya fîlmê de daxuyaneke da û got “Dem dema rizgarkirina gerdûnê ye”.

Mijara fîlmê di dahatûyeke kaotîk û tevlihev de diqewime û Barbarella weke nûnera cîhanê tê peywirdarkirin. Di fîlmê de, doxtor Duran Duran diçe li fezayê û gefan li aştîya gerdûnê dike û armanca Barbarellayê ew e ku wî peyde bike û rawestîne.

“Barbarella” yek ji lehengên herî girîng û bêhempa yên dîroka xêzeçîrokan e û ji şoreşa zayendî ya salên 60an îlhama xwe digire.

Çavkanî: İndiewire

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir