“Tár” li Xelatên NYFCCyê weke ‘Fîlmê Baştirîn’ hate hilbijartin

Yekîtiya Rexnegirên Fîlman a New Yorkê (NYFCC) di sala 1935ê de ji aliyê Wanda Hale ve hate avakirin û her sal bi dengên rexnegirên sînemayê, fîlmên herî serketî yên salê hildibêjire. Xelatên NYFCCyê yên 2022yê diyar bûn ku îsal fîlmê Tood Fieldî yê “Tár” Xelatên Fîlmê Herî Serketî û Lîstikvana Herî Serketî (Cate Blanchett) girtin.

“Tár” yek ji fîlmê balkêş ê sala 2022yê ye ku lîstikvana hoste Cate Blanchett di fîlmê de weke serlîstikvan dilîze. Performansa lîstikvana navdar ya Cate Blanchettê ji aliyê rexnegirên sînemayê û temaşevanan ve gelek hate ecibandin û tê behs kirin.

“Tár”: Yek ji fîlmê balkêş ê sala 2022yê

Fîlmê “Tár” promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê kir û bernameya festîvalê dê heta 10ê meha Cotmehê bidome. Fîlm, ji aliyê derhêner Todd Field ve hatiye kişandin û senaryoyê jî Todd Field bi xwe nivîsîye. “Tár” çîroka jiyana yekem şefa orkestrayê ya Almanyayê Lydia Tárê tîne li ber perdeya sînemayê ku Lydia Tár di fîlmê de karaktereke pevxistî ye, lê tê texmîn kirin ku fîlmê nû, qala jiyana Eva Brunellî ku yek ji bestekarên mezintir ên dîrokê tê qebûl kirin, dike.

Xelatên Yekîtiya Rexnegirên Fîlman a New Yorkê:

Fîlmê Herî Serketî: Tár

Derhênerê Herî Serketî: S.S. Rajamouli (RRR)

Lîstikvana Herî Serketî: Cate Blanchett (Tár)

Lîstikvanê Herî Serketî: Colin Farrell (The Banshees of Inisherin and After Yang)

Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî: Keke Palme (Nope)

Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî: Ke Huy Quan (Everything Everywhere All at Once)

Senaryoya Herî Serketî: Martin McDonagh (The Banshees of Inisherin)

Anîmasyona Herî Serketî: Marcel the Shell With Shoes On

Derhênerê Dîmen ê Herî Serketî: Claudio Miranda (Top Gun: Maverick)

Fîlmê Yekem ê Herî Serketî: Aftersun

Fîlmê Herî Serketî di Zimanê Biyanî: EO (Poland)

Fîlmê Herî Serketî (Non-Fiction): All the Beauty and the Bloodshed

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: