“Tár”: Yek ji fîlmê balkêş ê sala 2022yê

“Tár” yek ji fîlmê balkêş ê sala 2022yê ye ku lîstikvana hoste Cate Blanchett di fîlmê de weke serlîstikvan dilîze. Performansa lîstikvana navdar ya Cate Blanchettê ji aliyê rexnegirên sînemayê û temaşevanan ve gelek hate ecibandin û tê behs kirin.

Fîlmê “Tár” di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û 6 deqîqe ji bo fîlmê li çepikan xistin. Him performansa lîstikvanîya Cate Blanchettê, him jî senaryo û dîmenên fîlmê ji aliyê rexnegirin û nivîskarên sînemayê yên rojname û malperên The Guardian, The Wrap, The Playist, Variety, Vulture gelek hate ecibandin.

Fîlm “Tár” promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê kir û bernameya festîvalê dê heta 10ê meha Cotmehê bidome. Fîlm, ji aliyê derhêner Todd Field ve hatiye kişandin û senaryoyê jî Todd Field bi xwe nivîsîye. “Tár” çîroka jiyana yekem şefa orkestrayê ya Almanyayê Lydia Tárê tîne li ber perdeya sînemayê. Lydia Tár di fîlmê de karaktereke pevxistî ye, lê tê texmîn kirin ku fîlmê nû, qala jiyana Eva Brunellî ku yek ji bestekarên mezintir ên dîrokê tê qebûl kirin, dike. Cate Blanchett di fragmana fîlmê de dibêje “Dem, parçeya bingehîn a şîrovekirinê ye.”

Lîstikvana navdar a sînemayê û xelatgira Oscarê Cate Blanchett di jiyana xwe ya sînemayê de heta niha Xelatên Oscar, Gilovera Zêrîn û BAFYAyê girtine û herî dawî di fîlmên “Don’t Look Up” û “School For Good And” de lîstibû. Lîstikvanên Nina Hoss, Mark Strong, Sophie Kauer, Julian Glover, Noémie Merlant, Allan Corduner ve Sylvia Flote di fîlmê “Tár” de lîstine. Muzîkên fîlmê ji aliyê hunermenda navdar Hildur Guðnadóttir ve hatine afirandin ku hunermend muzîkên fîlmê ‘Joker’ê (2019) çêkiribû û Xelata Oscarê girtibû.

Derhênerê navdar Todd Field li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên “Little Children” (2006) û “In the Bedroom” (2001) ve tê naskirin ku 8 caran ji bo Xelatên Akademîyê (Oscar) bûbû berendam. Todd Field piştî 16 salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Tár” re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Cate Blanchett weke serlîstikvan cih digire.

Di fîlmê nû de lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Cate Blanchett weke serlîstikvan cih girtiye. Lîstikvana sînemayê Blanchett, Xelatên Oscar, Gilovera Zêrîn û BAFYAyê girtine û herî dawî di fîlmên “Don’t Look Up” û “School For Good And” lîstibû. Lîstikvanên Nina Hoss, Mark Strong, Sophie Kauer, Julian Glover, Noémie Merlant, Allan Corduner ve Sylvia Flote di fîlmê de lîstine. Muzîkên fîlmê “Tár” ji aliyê hunermenda navdar Hildur Guðnadóttir ve hatine afirandin ku hunermend muzîkên fîlmê ‘Joker’ê (2019) çêkiribû û Xelata Oscarê girtibû.

“Tár” bi çêkeriya pargîdanîya Standard Film Company ve hate kişandin. Li Amerîkayê dê bi riya Focus Featuresê bikeve li pêşberî sînemahezan û li hemû cîhanê jî wê bi riya Universal Picturesê bê nîşandayîn. Fîlm, dê dîroka di 7ê meha Cotmehê de li DYAyê bikeve vîzyonê.

For Cate Blanchett, Todd Fields' 'TÁR' was 'undeniable' | The Independent

Di 25ê meha Gelawêjê de ji fîlmê fragamaneke nû hatibû û hate ragihandin ku wê di 7ê Cotmehê de li Amerîkayê û piştî vê dîrokê jî li hemû cîhanê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: