Têgeha Temsîlê û Cihgirtina Têgeha Temsîlê Di Sînemayê De

                                                                       (Sînemayeke ser vekirî / Çola Sînayê,Wêne: Wênekeşê Estonyayî Kaupo Kikkas”)

Nivîs: Emrah Kaplan  

Kurte

Di vê gotarê de em dê li ser têgeha temsîlê û têkilîya di navbera temsîl û sînemayê de çi tişt in behs bikin. Pênaseya têgeha temsîlê bixwe çi ye û çawa di cureyên sînemayê de cih digirin dê ev ê rave bikin. Gelo têkilîya temsîlê tenê ji bûyerên dîrokî ve girêdayî ne yan jî bi şiklekî tesadifî derketiye meydanê divê em ev ê baş bizanin. Danûstandin di navbera sînema û bûyerên dîrokî de çawa çêbûye û temsîlîyetên dîrokî di sînemayê de çawa hatine bicihkirin ev temsîlîyetên han dixwazin çi ji me re bibêjin em dê di gotara xwe de behsa vîya bikin. Gelo sînema dema ku hat sazkirin wekî beşek serbixwe bû yan jî giredayî hin pergelên sîyasî û desthilatî bûn di gotarê de dê bibe mijareke din. Ew  îmajên ku sînemayê de dihatin nişandan nîşaneya temsîlîyeta wan kes û kesayetan bûn yan jî bi temamî ji mijareke serbixwe hatibûn hilbijartin em dê behsa ev ê bikin. Dema ku derhêneran alîkarî ji kesên burzûvaz distendin di fîlmên xwe de propaganda fikrên wan dikirin yan jî nedikirin. Eger kiribin temsîlîyeta wan kesan di fîlmê de bi kîjan îmajan dihat nişandan ev yek jî dê nava mijara me de bicih be. Ji bo ku em bixwezin têgeha temsîlê di sinema de çawa hatiye bikaranîn bizanin hewce cih bidin fikrên Marc Ferro. Ev fikrên wî di derbarê mijarê de dê agahîyên baştir li ber me raxîne. Bi piranî ev xebat li ser nîqaşa temsîlê, cihgirtina temsîlê di sînemayê de û bûyerên dîrokî di sînemayê de disekine.

Peyvên Sereke: Têgeha Temsîlê, Cihgirtina Temsîlê Di Sînemayê De, Temsîla Bûyerên Dîrokî Di Sînemayê De

Destpêk

Metoda ku me ji bo vê mijarê bijart li ser fêmkirina teorîk ên ku di derbarê têgehên li jor hatin vegotin de ye. Sedema bijartina rêbaza me ya  ev e bû ku em li vir nîşan bidin ka ev têgeh di lîteratûrên nivîskî de çawa hatiye vegotin. Têkilîya di navbera têgehên temsîlê yên di sînemayê de û beşên din tê rawekirin. Ji ber ku me tu fîlm wekî mijar negirtin lewra jî em bi temamî li ser alîyê vê mijarê yên teorîk sekinin. Ji bo vê mijarê me ji pirtûkan, hin gotarên ku di înternetê de hatine weşandin û wêneyên ku li ser temsîlî şer hatine kêşandin sûd vergirt. Dema ku gotarek di derbarê sînemayê de tê nivîsandin eger analîza fîlmekê bê kirin mijarê hinek din balkêştir dike. Lê belê ji ber ku me tu fîlm nekirin mijara gotara xwe, em tenê li ser alîyê temsîlê yê teorîk rawestan. Eger me ev mijara bi fîlmekê analîz bikira dê mijara me hinek din şênbertir bikira. Gelek gotar û xebatên ku li ser mijara temsîlê hatine kirin bi piranî nîşaneyên vê têgehê bi fîlmekê ve hatine tesbîtkirin.

Têgeha temsîlê, tê vê wateyê ku ew tişta em dixwazin vebêjin yan jî teswîr bikin li ber me radixe. Ev teswîrkirin bi saya vegotin û vegaşîyê di hişê mirov de cih digire. Pişt vê zelalbûnê hiş û sehekên mirov teswîrekê çêdikin. Her çi qas derheqê vê têgehê de bê gotin ku ji teqlîdê hatiye derketin jî lê cubicur  şîroveyên cuda di derbarê  pênaseya vê têgehê de hatine kirin. Têgeha temsîlê di ferasetên rojane û hûnerên afirîner de bûye mijara nîqaşê. Pênaseya vê têgehê herî eşkere ji aliyê Stuart Hall ve hatiye kirin. Ew vê pênaseyê wisa dike: “Temsîlkirin di heman demê  de sembolîzekirina hin tişt û nîşandana wan e. (Di nav mesîhîyan de xaç temsîla derdkêşan û darexaçîkirina Îsa ye.”)¹

¹Zehra Cerrahoğlu, Sinefilozofi Dergisi, www.sinefilozofi.org özel sayı/2019, 3.sayfa 

Em bi saya pênaseya li jor tê derdixin ku di kîjan curaya hunerê de dibe bila bibe temsîl û temsîlkirin li cihê tiştên heyî û yên afirandî tê bikaranîn. Têgehên ku hatin sembolîzekirin di hişên mirovan de berceste dike. Neol Carroll di pirtûka xwe ya  “Hunera Felsefî û Destpêkek Nûjen” de mijara temsîlê wiha rawe dike û dibêje: “Temsîl bi giştî di hemû huneran de bûyereke biteşe, naverokî û estetîkî ji me re dide fêmkirin. Têgeha temsîlê peşî di hişmendîya afirînerê vê têgehê de cih digire û paşê jî ya bikir de peyda dibe.”²

Peydabûna têgeha temsîlê, her bûye mijara nîqaşê û li ser peydabûna vê têgehê gelek goftûgo hatine kirin. Gelek kes vê nîqaşê digihijînin serdema berî zayînê. Serdar Oztûrk di gotarake xwe de wiha dibêje: “Dema ku Platon behsa îdea(raman) û gösterge(hêma)yê dike, ramanê wekî heqîqet, hêmayê jî wekî kopîya ramanê dibine.”³ Em vê gotina Oztûrk tê derdixin ku sînema hin tiştên veşartî bi saya îmaj û temsîlan  bi me dide rawekirin.

                                                       (“Makîneya wênegirtinê ya yekem, ji aliyê Joseph Nicephore Niepce ve di 1826ê de hate çêkirin.”) 

   Têgeha temsîlê di sînemayê de hin tiştên sereke û yên veşartî bi me didin xuyakirin. Eger em bi wan têgehan piştrast bibin lê ew têgeh li ber destên me nebin jî dîsa bawerîya me dê hebûna wan têgeha bê. Nivîskarê pirtûka “Hayalî Cemaatler”ê Benedîc Anderson dibêje ku: “Di civatên nûjen ên netewperest de têgehên temsîlî bi sembolên wek leşker, gorîstan û figûrên dînî ve li gel amûrên netewî tên bikaranîn û di her qadên hunerî de tên li ber me”⁴  Taybetîya teknîkên sînemayê yek jî ji wan ew e ku ji nû ve hilberînekê pêk tîne. Bûyerên rasteqîn pêşîyê bi saya hunera nîgarkêşîyê ve hatibû nişandan. Pişt ku dahênana makîneya wêneyan derket, bûyerên rasteqîn êdî rasterast bûn mijarê sereke ên sînemayê. Bûyerên rasteqîn curbicur bi şîklan ve hate pêşkêşkirin û temsîlîyet bi saya hin keresteyan ve di sînemayê de cih girt. Dîmenên wêneyan bi rêya qemerayê hat rawekirin û êşa gel bi xêra van keresteyan hat pêşkêşkirin. Susan Sontag di pirtûka xwe ya bi navê “Temaşekirina Êşa Yên Din (Başkalarının Acısına Bakmak)” de dibêje: “Di sala 1915an de ermenî rastî komkujîyekê hatin û ew wê rojê wekî rojeke îroyîn dizanin. Ev ê bi xêra fotografên ku wê serdemê hatin kêşandin ve vedijînin. Ev fotograf temsîla êşa ermenîyan ya wê serdemê dike. Temsîl di sînemayê de bi saya keresteyên wekî fotograf, dîmen û fîlman ve tên nişandan.”  Teorîsyenê navdar ê fîlman Saurre di xebatên xwe yên derheqê têgehên temsîl û vegotinê de dibêje ku vegotinên fîlmê gramera sînemayê derdixe meydanê yanî dema ku em bala xwe didin li ser zimanê fîlmê em dê bibinin ka ev fîlm temsîla çi dike.

Di fîlman de hin xalên girîng ên temsîlê nîşanê me didin ev in:

  • Fîlmê de çi tê temsîlkirin.
  • Yên ku hatine temsîlkirin çawa hatin nişandan û ev kes ji alîyê dîtbarî û vegotê ve bi kîjan kodan hatine xuyang girtin.
  • Yên ku tên temsîlkirin kê ne.
  • Ew tiştên ku hatine temsîlkirin di nav kîjan serdema dîrokî de hatiye têkildarkirin.
  • Temsîlên ku hatine afirandin di kîjan qedemeyan de  vezîfedarkirine û bi kîjan klîşeyan tên li ber bînerên xwe.

²Zehra Cerrahoğlu, Sinefilozofi Dergisi, www.sinefilozofi.ogr özel sayı/2019,4.sayfa

³Serdar Öztürk, Sinefilozofi Dergisi, www.sinefilozofi.ogr özel sayı/2019, sayı 7, 2.sayfa 

⁴Benedıct Anderson, Hayali Cemaatler, Metis Yayınları, 1993, 24. sayfa

⁵Susan Sontag, Temaşekirina Êşa Yên Din, Agora Kitaplığı, Rupel 84

Nasnameya kesên ku hatine temsîlkirin û yên ku ev temsîl afirandiye girîng e. Dema ku em fîlmekê şîrove dikin divê em fîlmê di nav şert û mercên ku fîlm tê de hatîye çêkirin  li ber çavan bigirin. Temsîlên ku hatine çêkirin yên kîjan serdemê ne û yan jî fîlm di nav atmosfereke çawa de çêbûye bizanin.

Sînema û dîrok di nav têkilîyekî hebûna xwe didomînin. Her çi qas sînema wekî hunereke serbixwe derketibe jî lê belê bi temamî nikarî xwe ji bîrdozîyan filitîne. Belgefîlmên dîrokî û doktrînên serdema xwe ji bînerên xwe re dide fêrkirin. Dema ku sînema nû derket arîstrokratên civakê  rola sînemayê dîtin û zanîn ku  dê li ser civaka ku di hîmayeya wan de bandoreke mezin çêbike. Wan bi saya sînema hikûmarinaya li ser civaka tesdîq dikirin û ji ber vê yekê dixwestin ku sînema bikeve bin hîmayeya wan. Sînemaçêkerên xweser bi beramberê vê fikrê derketin û li ber gerîyan ku civakê pê sînemayê bin hîmayeya arîstrokratan derxine. Di her berhemên çandî, her tevgerên sîyasî û her fîlmên ku li ser têkilîyên şexsî hatine çêkirin de çîrokên mirovan ên curbicur di xwe de dihewîne. Ev e jî rasterast bi- dîrokê ve têkildar e. Dema ku bûyerên dîrokî, polîtîk, sosyolojîk û yan jî psikolojik bi xwendinên sinematografik bê şîrovekirin divê ew nîşaneyên temsîlîyetê û kareografîyên dîtbar baş ji hevdu bên veqetandin. Marc Ferro di derheqê vê yekê wiha dibêje:  “Dîrokzan û sînemavan bi xêra bîra kollektîf û vegotinên kevneşopî sînemayê ji destên hin sazîyan derdixin û dîsa wê radestê civakê dikin.”

Dîrokzanan dema ku di derheqê miletekê de pirtûkên dîrokî dinivîsandin yan jî behsa wan dikirin  gelek caran agahîyên şaş ji milet re parve dikirin. Yanî ev kesan  nikarîbû ku xwe ji fikra desthilatê filitîne. Ev e vê yeke nîşanê me dide ku dîrokzan propagandeya îdeolojîyekê dike û nikare bûyerên civakê de qewimîne bi şiklekî bêteref ji me re parve bike. Piştî ku sînema derket û pêşve çû êdî hêdî hêdî rastîya civakê bi hin îmaj û xalan hat nişandan. Sînemayê di serî de her çi qas gelek îmkanên zanînê li ber gel vekiribe jî gelo em dikarên bibêjin ku sînema jî bêteref bû û qet eleqeya wê bi pergelên desthilatî re çênebû. Marc Ferro ji bo vê pirse dibêje ku helbet sînema dema ku hat avakir ne sedîsed azad bû û hin fikrên piştgirên xwe bi veşartî yan jî bi rasterast raweyê temaşevanan dikir. Dema ku em pirtûka Marc Ferro dixwînin hin agahîyên me di derheqê serdema Sovyet Rusyayê de çêdibin ka çawa piştgirî dayîne sînemayê ku îdeolojîya wan belav bike. Lê belê gelek caran jî derhêneran beramberê fîkra desthilatê sekna xwe dane dîyarkirin. Danûstendinên di nav bera sînema û bûyerên dîrokî de çawa çêbûne ev e giring e. Temsîlîyetên dîrokî di sînemayê de çawa hatine bicihkirin em vîya bizanin dê hin tiştan li me bide zanîn. Ernst Frîedrîch di pirtûka xwe ya bi navê Dijî Şer û Dîsa Şer de behsa salên Şerê Cîhanê yê Duyem dike û sekna xwe ya hemberê şer bi wêneyan di pirtûka xwe de pêşkêşî xwêner dike. Temsîla ku ew ji me re dide nasîn wisa ye ku rasterast hemberê desthilata wê serdemê derdikeve û heta ku wisa dibe pirtûkên wî ji alîyê desthilata wê serdemê ve tên qedexekirin û nahêlin ku bên firoştin. Sînema dema ku dixwaze bûyereke dîrokî pêşkêş bike gelek caran bi rêya temsîlên sûbnîmîla ev e pêk anîye. Wênegirê navdar Jeff Wall di sala 1992an de di tabloya ya “Leşkerên Mirî Diaxwin” de rewşa leşkerên Efxanî dixwaze sembolize bike di vê tabloyê de leşkeran di nava zevîyê de û gireke ku hatiye topbarankirin de nîşan dide. Wênegir kesekî Qanadayî ye û tu carî welatê Efxanîstanê nedîtîye. Di vê tabloyê de şimik mezinê ku hatiye temsîlkirin mezinahîya şerê vî welatî radixe li ber çavên me. Wall bixwe jî destnîşan dike: “Di fotograf û tabloyên min de figûrên min rastînin lê belê dîmen ne yên rastînin. Wekî ku hûn jî dizanin leşkerên mirî naaxwin lê ez di berhema xwe de wan didim axaftin.

Ew îmajên ku li jor hatiye behskirin ne tenê ji bo wênegirîyê derbasdar e û di sînemayên de jî îmajên wiha temsîldar bi sedan mînakan hatine behskirin. Gelek caran fotograf dibin amurên bingeha fîlman û sînemayê dewlemed dikin. Em dibînin bingeha fîlmên ermenîyan ji fotografên komkujiya li ser wan hatîye ava bûne. Temsîlîyet dema ku tê nîşandan ne tenê bi çend tiştan tên ber me, ev di hemû keresteyên civakî de xuya dikin.

⁶Marc Ferro, Sînema û Dîrok, r.22

⁷Susan Sontag, Temaşekirina Êşa yên Din, Agora Kitaplığı, r.124

Encam

Yek ji xebatên ku li ser sînemayê tên kirin têgehên temsîlî di sînemayê de ye. Me jî xebata xwe li ser taybetmendîyên têgeha temsîlî di sînemayê de û pênaseya têgeha temsîlê kir. Me tesbîtên xwe li gor fikra Marc Ferro û Susan Sontag kir. Ji bilî van herdu teorîseyenan me ji gotarên Zehra Cerrahoğlu û Serdar Öztürk sûd vergirt. Pişt vê vekolînê mirov fêm dike ku di sînemayê de temsîlkirina hin tiştan bi temamî ne bi mercên desthilatî ve girêdayîye. Sînema temsîla ji me dide nasîn gelek caran yan bi şiklekî serbixwe yan jî girêdayîyê desthilata serdema xwe ye. Di vê vekolîna xwe de behsa îmajên temsîlî di sînemayê de çawa derdikevîn li ber me kir. Mijarekî din a ku em li ser sekinîn  bû ev e bû ku sînema dema tiştekê ji me re dibêje gelo ji rastîyê sûd verdigire yan jî hin tiştên ku ji texayûlê derketîye me bersiva vê da. Sînema bixwe amûrek ragihandina fikr û temsîlîyetekê ye.

*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a kovara “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin. – Berfanbar (2020)

Çavkanî  

  • Marc Ferro (1995). Sînema û Dîrok. Stenbol: Kesît Yayıncılık.
  • Susan Sontag (2005). Temaşekirina Êşa yên Din. Stenbol: Agora Yayıncılık.
  • Serdar Öztürk (2019). Sinefilozofi Dergisi. sinefilozofi.orgNo/7
  • Zehra Cerrahoğlu (2019). Sinefilozofi Dergisi. sinefilozofi.orgÖzel Sayı/12547.9458
  • Benedıc Anderson (1993). Stenbol: Metis Yayıncılık.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir