Têkilîya Fîlmê Caché yê Micheal Haneke Bi Kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş Ra

Nivîs: Welat Ramînazad

Heqîqet agir e!..

Piştî dagirkirina welatê kurdan, di peywendîya kurd û dagirkeran de heqîqeta kurdbûnê bi xwe bûye wek agirekî. Ev agir hebûna kurdan e, tiştên wekî ziman, ax, kultur, dîrok û hunerê yên ku kurd ji wan pêk tên… Hemû hewla dagirkeran xwelîkirin û kuştina vî agirî, vê heqîqetê ye. Dagirker li kurdan ferz dikin ku ji vî agirî dûr bisekinin, vî agirî geş û berz nekin.

Kurdbûn dişewitîne. Bi qasî nêzîkbûna xwe ya agir dişewitî. Li gorî mesafeya nêzîkbûn an jî dûrbûna vî agirî; heqîqetê ji nav kurdan sê tîpolojîyên civakî derketine. Tîpolojîya yekem, li hemberî vê heqîqetê xwe berpirsiyar dibîne, her hewl dide ku vê heqîqetê geş û berz û nemir bike, ji ber vê dibe faîlê qetlîam, kuştin, îşkence, zext û zordarî, tehdît, hepis, şîdeta psîkolojîk, fîzîkî û ekonomîk a dagirkeran. A duyem li hemberî vê heqîqetê bêdeng e, tirsonek e, naxwaze zirarek ji vî agirî bigihê wê, dûr disekine. A sêyem jî li hemberî vê heqîqetê bêwijdan û bêberpirsiyar e, qet mesûlîyeteke neteweyî, wijdanî, etîk û însanî hîs û qebûl nake. Heçko ev agir tune ye tevdigere, ji qral zêdetir dibe qralperest, mankurt dibe.

Ji meha adarê û vir ve ye ez bi Sînemaya Kurdî ra eleqedar dibim. Çiqas ji min tê, ez hewl didim berhemên Sînemaya Kurdî temaşe bikim. Yên ku ji min ra baş û bikalîte tên, hêvîyê didin, ez hewl didim li ser wan hest û ramanên xwe binivîsim. Ji wan yek jî kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş e. Ev kurtefîlm di Sînemaya Kurdî de her çiqas zêde nayê nasîn û dîtbarîya wî û derhênerê wî gelek kêm be jî, yek ji berhemên herî baş ên Sînemaya Kurdî ye.

Berî demekê min li ser Vîrê bi kirdkî nivîsek nivîsîbû, nîqaşa ku min û Burhan Ateş li ser Vîrê kiribû, paşê min wekî hevpeyvînê weşand.

Di nîqaşa me de min ji Burhan Ateş ra gotibû, “Takekes civakî ye, ji ber vê, bûyerek, dîyardeyeke civakî bandora xwe nîşanî her takekesî dide..” Wî jî bi vê bersiva xwe hem ev tespîta min pûç kir hem jî asoya min vekir, “Tu xelet î, bûyereke civakî bandor û tesîra xwe nîşanî her takekesî nade. Her takekes bi vê bûyerê ra bi heman hawî nakeve têkilîyê. Bîlasedem, Metîn Kaygulak negotîye, ‘Ax êş çiqas bi xwe be’. Jixwe bi fîlmê xwe min xwest nîşan bidim bê ka ev sê tîpolojîyên civakî yên kurd bi bûyerê ra çawa dikevin têkilîyê.”

Di Vîrê de karakterên zarok Serhad, Mehmûd û Mutalîb temsîlên van tîpolojîyan in. Serhad, li hemberî heqîqetê xwe berpirsiyar dibîne, biwijdan e, agir wî dişewitîne, Mehmûd bêdeng û tirsonek e, Mutalîb jî li hemberî heqîqetê tu berpirsiyarîyekê hîs nake, bêwijdan e.

Di merkeza fîlm de Serhad heye. Fîlm xwe li ser veger, arafbûyîn û careke din çûyîna Serhad ava dike. Wijdana Serhad hatîye problematîzekirin. Wekî bibîrxistin em fêr dibim ku Mutalîb zewicî ye, çûye Stenbolê.

Micheal Haneke, fîlmê xwe yê bi navê Caché(Veşartin) di sala 2005an de kişandiye, Vîr jî di sala 2017an de hatîye kişandin. Ne tenê ji hêla zeman ve, ji gelek alîyan ve, di navbera her du fîlman de cîyawazî hene. Li gel hemû cîyawazîyan di nava wan de min têkilîyek peyda kir.

Têkilîya ku min di navbera Caché û Vîrê de çêkir ev e ku Caché ji alîyekî ve Vîrê temam dike. Struktura her du fîlman cuda be jî, di Caché de em dikarin bibêjin em li Mutalîb temaşe dikin, Haneke fîlmê Mutalîb kişandîye. Mutalîb çi dike, çawa dijî, kesayetîyeke çawa ava kirîye, em dikarin di Caché de bersiva van pirsên xwe bibînin.

Fîlmê Caché her çiqasî sade ye, ji sadebûna xwe zêdetir tevlihev e…  Haneke bi vî fîlmê xwe îzanan, fehman, jiberan dikişîne, bi taybetî jî qesasê Cezayîrê werdigire.

Di fîlm de malbateke fransizî ya çîna jorîn ku ji dê û bav û kurek pêk tê heye. Navê bav Georges e, rexnegirê edebîyatê ye, der heqê edebîyatê de, di kanaleke populer a televîzyonê de bernameyeke binavûdeng pêşkêş dike.

Rojek ji alîyê cîyekî nenas ve qaset ji malbatê re, ji kargeha bav re tên şandin. Di qasetan de malbat dibîne ku tê taqîbkirin û temaşekirin. Ev qaset pergala malbatê serûbin dikin lê ji alîyê din ve bi wan qasetan haya me ji heqîqeta ku hatîye veşartin çêdibe.

Li hemberî vê heqîqetê bêwijdanbûn û neberpirsiyarîya Georges tê problematîzekirin. Burhan Ateş biwijdanbûn û berpirsiyarbûnê, Micheal Haneke jî bêwijdanbûn û nemesûlbûnê problematîze dike.

Îro sedem ev e ku parzemînên wekî Afrîka û Asyayê, herêma Rojhilata Navîn ji ber kolonyalîzm û emperyalîzma Ewropayê ewqas paşve mane û di nava tehliheviyê de ne. Wek mînak fransizî û îngilîz, ji bo ku em kurd di vî halî de ne, qet xwe berpirsiyar nabînin û wijdana wan nerehet nabe, xwe sûcdar hîs nakin.

Di paşxana Caché de, peywenda Dîroka Kolonyalîzma Ewropayê; têkilîya ewropayîyan û ên din, têkilîya Fransayê bi Cezayîrê ra… ji mînakeke Goerges; ji asta mîkroyê ve bêwijdanbûn û neberpirsiyarîya Fransayê, Ewropayê tê pirsyarîkirin û kolandin.

Micheal Haneke, bi têkilîya ewropayîyan bi wîjdanê ra, nîşanî me dide ku Ewropayê, Fransayê dinyayeke çawa ava kiriye û tê de çawa tevdigerin. Ji karê wî jî dîyar dibe ku Georges entelektuelekî serkeftî ye, seranserê mala wî tijî pirtûk e, xwedî zanîneke kûr e.  Çi kitêb çi zanîn çi jî entelektuelîya wî, nikare di wî de li hemberî heqîqeta xwe berpirsiyarîyekê, wijdanekê çêke.  Georges dinyayek ji xwe ra ava kirîye, xwekuştina karakterekî cezayîrî jî nikare vê dinyayê serobin bike, piştî vê xwekuştinê em dibînin ku ew çûye sînemayê, wijdana wî ewqas bûye kevir. Di sehneyeke dawî de em dibînin ku ew dermanê xewê digire, bi kişandina perdeyan re di xew re diçe. Bi xewê dixwaze tiştên ku hatine bîra wî ji nû ve ji bîr bike.

Gelo ji civaka me tîpolojîya Mutalîban ji xwe ra dinyayeke çawa ava kirîye û tê de tevdigere?

Di edebîyat û sînemaya kurdî de karakter piranî ji tîpolojîya biwijdan û berpirsiyar û epîk pêk tên. Em di sînema û edebîyata kurdî de karakterên tîpolojîya duyem; tirsonek û bêdeng, bi taybetî jî karakterên tîpolojîya sêyem; bêwijdan û neberpirsiyar yanî mankurtbûyî ên wekî dewlemendek, listîkvanek, stranbêjek, polîsek, dozgerek û burokratekî kurd nabînin. Çima edebîyat û sînemaya me van tîpolojîyan problematîze nake, ji hêla wijdanê ve wan nerehet û bêhizûr nake, bi me nade fehmkirin û di wan de berpirsiyarîya neteweyî çênake û wan azad nake?

*Ev nivîs cara yekem di hejmara çarem a kovara “Sînemaya Serbixwe” hate weşandin. Berfanbar (2020)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: