Temsîla Zimanê Kurdî Di Fîlma Du Ziman û Baholek de
Nivîs: Şafî Muhammed
Destpêk
Du Ziman û Baholek (İki Dil Bir Bavul, 2008, Orhan Eskiköy & Özgür Doğan) bi teknîka belgefîlmê hatiye berhemanîn lê belê rengeke fîksiyon jî dide der. Dema ku ev fîlm hate nîşandan du nîqaşên sereke bi xwe re anîn mexderê. Nîqaşa ewil li ser formata wê bû. Anku cureya wê belgefîlm bû yan jî fîksiyon bû? Sînemanasên wek Yusuf Güven jê re docu-drama anku nîv-belgefîlm gotin. (Güven, 2009) Dawiya dawî derhênerên fîlmê, fîlmên xwe wek belgefîlmeke ku rastiyê bi awayekî afirîner şirove dike pênase dikin. Lewma ne hewce ye em li vir bikevin hûrgiliyên wan nîqaşan. Lê belê bala me dikeve li ser nîqaşa duyem ku em dikarin çend tiştan li ser wê bibêjin. Piştî ku fîlm hate nîşandan prosesa aştiyê dest pê kiribû. Ji ber hindê di civatên polîtîk de naveroka fîlmê di çarçoveya nîqaşên li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî de hate nirxandin. Bi saya vê fîlmê gelek kes ji rewşa nakok hay bûn. Zarokên kurd ên li gundan dijîn gava dest bi mektebê dikin bi tirkî nizanin, mamosteyên ku tên gundan jî bi kurdî nizanin. Bi vî awayî problemek peyda dibe ku di navbera mamoste û xwendekaran de danûstandina zimanî pêk nayê. Fîlm li ser vê bingehê hatiye avakirin. Mamosteyekî tirk li gundekî Sêwregê zarokên kurdan fêrî zimanê tirkî dike. Hêjayê gotinê ye ku zimanê kurdî cara ewil di sînemaya Tirkiyeyê de wek problemeke ragihandinî dernakeve holê. Di fîlma Büyük Adam Küçük Aşk (Handan İpekçi, 2001) de jî di navbera kalemêr û zarokekê de pirsgirêka têgihiştina zimanî hebû. Ev yek dike ku em jî li serpêhatiya temsîla zimanê kurdî di sînemaya tirkî de binêrin. Em ê pêşî qala temsîla kurdan û zimanê wan di sînemaya tirkî de bikin û piştre wek mînak em ê fîlma Du Ziman û Baholek binirxînin.
Temsîla Zimanê Kurdî Di Sînemaya Tirkî De
Pêşî divê em behsa temsîla kurdan di sînemeya tirkî de bikin. Her wekî tê zanîn zimanê kurdî heta dawiya sedsala XX. li Tirkiyeyê bi her awayî hatibû qedexekirin. Lewma çi li qadên sosyo-polîtîk çi li qadên hunerî kurdî nedihat bikaranîn. Ji ber hindê zimanê kurdî wek hêmaneke sereke di sînemaya tirkî de heta van salên dawî nehatiye xebitandin. Bi kurtî em ê behsa vê serpêhatiyê bikin.
Sînemaya tirkî ji hêla serdeman ve bi gelemperî li gorî bûyerên siyasî tê dabeşkirin. Heta salên 1950î di çarçoveya sînemaya Tirkiyeyê de em nikarin behsa sînemayeke serbixwe bikin. Sînema pêşî ji bo amancên leşkerî tê bikaranîn. Piştî avabûna komara Tirkiyeyê demeke dirêj sînema di bin nîrê Muhsin Ertuğrulî de dimîne. Muhsin Ertuğrul şanoger e, ji bo perwerdehiya şanogeriyê diçe Ewropayê û cara ewil li wir sînemayê dibîne. (Sevim, 2016: 65) Piştî ku vedigere Tirkiyeyê li gel şanogeriyê fîlmên xwe yên ewil jî dikêşe. Serdema wî di sînemaya tirkî de wek Serdema Şanogeran (Tiyatrocular Dönemi) tê binavkirin. Piştî wî çend sînemager derdikevin, şîrketên taybet ên fîlman ava dikin û bi derfetên xwe fîlman dikêşin. Ev serdem jî wek Serdema Derbasbûnê (Geçiş Dönemi) tê binavkirin. Paş hingê em hêdî hêdî janr û mijarên nû di sînemaya tirkî de dibînin. Fîlmên li ser meseleyên gundan û pirsgirêkên civakî tên çêkirin. Kesên ku ji bajarên biçûk koçî Stenbolê kirine wek mijar di sînemayê de peyda dibin. Karekter û tîpên nû (belkî jî cara ewil) dikevin sînemaya tirkî. Li ser vê yekê Müslüm Yücel di pirtûka xwe de destnîşan dike ku yekem car kurd di sînemaya tirkî de di fîlma Mezarımı Taştan Oyun (Atıf Yılmaz, 1951) de tên dîtin. (Yücel, 2008: 35) Ev fîlm li ser jiyana axayekî kurd hatiye kişandin ku behsa çîrokeke evîniyê dike. Kurd, ev fîlm jî tê de heta salên 90î di sînemaya tirkî de bi riya hin sembolan tên temsîlkirin. Anku rasterast behsa kurdan nayê kirin lê belê em ji şêwaza axaftina wan, ji cilûbergên wan, ji têkiliyên feodal fam dikin ku ev hemû wek diyardeyeke ku kurdan dinimîne di sînemaya tirkî de peyda bûne. Ev yek jî rasterast bi siyaseta rojane ya fermî re têkildar e. Amanca herî mezin a îdeolojiya fermî ya komara Tirkiyeyê anku ya Kemalizmê ew bû ku civateke “modern” ava bikin. Ji bo vê jî di çanda tirkan de çi qas tiştên “nebaş” (li gor bîr û baweriya wan) hebin wek taybetmendiyeke “yên din” hatine destnîşankirin. Lê belê tu carî jî di fermîyetê de navekî “yên din” tunebûye. Ji ber ku li gorî baweriya wan li Tirkiyeyê bi tene neteweyek heye û ew jî neteweya tirk e. Rastiya netewe, dîn û baweriyên din di sînemaya tirkî de bi awayekî bêfesalkirî (deformekirî) hatiye derpêşkirin.
Dîroka sînemaya tirkî di heman demê de dîroka sansurê ye. Zimanê kurdî ji ber qedexeyan em dikarin bibêjin ku bi tu awayî nehatiye bikaranîn. Dema ku di fîlmekê de behsa çîroka kurdan dihate kirin di wan fîlman de kurd bi tirkiyeke xirab diaxivin ku ev zimanê deforme jî ku gelek caran henek pê tên kirin, zimanê kurdan temsîl dike. Wekî din tiştên ku rasterast kurdan dinimînin hatine qedexekirin. Wek mînak em dibînin ku navên kurdî hatine qedexekirin. Lê belê dîsa li gel vê yekê navên deforme hatine bikaranîn ku kurdan temsîl dikin, wek Davaro, Maho Axa. Fîlma Yılmaz Guneyî ya bi navê Seyit Han ji ber ku navê karaktereke wê Kejê bû, heyeta sansurê destûr nedaye fîlmê. (Sezer, 2016) Ji ber ku Kejê navekî bi kurdî ye, ne bi tirkî ye. Dîsa di fîlmên Yılmaz Güney de em rastî navên kurdî û çend diyalogên biçûk ên bi kurdî tên. Di fîlma Sürüyê (1979) de navên her du karekterên sereke bi kurdî ne: Şivan û Berîvan. Dîsa di heman fîlmê de em rastî di’ayeke bi kurdî tên. Her wiha di fîlma Yolê (1982) de diyalogên kurdî derbas dibin. Heta piştî ku Yılmaz Güney ji hepsê direve û diçe Fransayê li wir gava fîlma xwe ji nû ve montaj dike navê Kurdistanê jî lê zêde dike. Ji bilî fîlmên Yılmaz Güneyî em di fîlmeke din de jî rastî kurdî tên. Navê wê fîlmê Hazal (Ali Özgentürk, 1979) e. Dîsa di vê fîlmê de qesîdeyeke bi kurdî tê xwendin. Gelek balkêş e ku wê çaxê li rexmî sansurê di fîlmekê de kurdî hatiye bikaranîn. (Reng e ku wek erebî hatibe famkirin.)
Di sala 1991ê de cara ewil ji bo fîlmekê dublaja bi kurdî hatiye kirin ku ev fîlm di heman demê de adaptasyona destana kurdî ya bi navê Siyabend û Xecê bû. Piştre Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî hatiye adaptekirin bo sînemayê û dublaja bi kurdî jê re hatiye çêkirin. Ev her du fîlm bi saya derketina qanûneke nû ya di çarçoveya têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya ku li ser demokrîzasyona Tirkiyeyê ava bûye tên çêkirin ku piştî wê qanûnê qedexeya tund ya li ser zimanê kurdî hinekî sist dibe. Êdî stranên bi kurdî serbest dibin û her wiha rê li ber weşangeriya bi kurdî jî vedibe. Tesîrên vê yekê li ser sînemayê jî çêdibin. Him rasterast pirsgirêka kurd wek mijar dikeve sînemaya tirkî him jî zimanê kurdî di fîlman de qismen tê bikaranîn. Fîlmên wek Işıklar Sönmesin (Reis Çelik, 1995) û Güneşe Yolculuk (Yeşim Ustaoğlu, 1999) rasterast li ser meseleyên kurdan ên siyasî û civakî hatine çêkirin. Piştî salên 2000î kurdî di sînemayê de bêtir belav dibe. Heta rasterast li ser meseleya zimanî fîlmek bi navê İki Dil Bir Bavul tê çêkirin ku nivîsa me jî li ser vê fîlmê ye. Her wiha fîlmên ku bi tevahî kurdî hatine berhemanîn jî van salên dawî peyda bûne.
Meseleya Zimanî Di Fîlma Du Ziman û Baholek De
Fîlma ku em ê niha ji hêla naverokê ve tehlîl bikin bi baholê dest pê dike. Li ser erebeya gund baholek heye û di kadrajê de rêyeke xirabe tê dîtin. Ev bahol him di serenava fîlmê de him jî di destpêka fîlmê de hin tiştan sembolîze dike. Di baholekê de du ziman anku di welatekî de du ziman hene bes ev her du ziman ne wekhev in. Yek ji wan serdest e, yê din bindest e. Em nizanin ka mamosteyê nû gava tê gund di bahola xwe de çi tîne yan jî gava vedigere çi dibe. Lewra em tu carî baholê vekirî nabînin. Di fîlmê de em cara ewil axaftina bi tirkî dibihîzin. Gava mamoste tê gund xatir ji ajokarî dixwaze û hin zarok jê re bi tirkî xêrhatinê didin. Hest û ramanên mamosteyê xort gelek caran bi axaftina telefonê ya bi diya wî re tên ragihandin. Ji bo mamosteyî krîza yekem gava digihîje gund peyda dibe. Bi gotina wî “li gundî tiştek tune ye, heta ku av jî tune ye.” Gava mamoste diçe ser çeşmeyê ji bo mala xwe avê bikêşe, kamera bo kêliyekê kerekî xalî anku bêbar nîşanî me dide. Lê belê mamoste û zarok bîdonên avê hildigirin. Anku em dikarin bibêjin ku wek hemû gundên kurdan di vî gundî de jî bar li ser zarokan e. Zarok diçin zeviyê, zarok xwişk û birayên xwe xwedî dikin, zarok karê malê dikin. Niha barekî din li ser wan zêde dibe, ew jî hînbûna zimanekî biyanî ye. Hefteya ewil kes nayê mektebê, ji ber hindê mamoste yek bi yek diçe mala xwendekaran û wan gazî mektebê dike. Di sehneyekê de ji zarokekî dipirse ka çima nehatiye mektebê. Lê belê zarok nikare bersiva wî bide, vê carê gundiyekî ku bi tirkî dizane ji zarokî re bi kurdî dipirse û zarok bersivê dide û dibêje “qeyda min tune ye” Belê, qeyda zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de tune ye û di arşîvên meclîsa Tirkiyeyê de wek zimanê ku nayê famkirin derbas dibe. Mamoste di dersa ewil de axaftina bi kurdî qedexe dike. Yekem peyva ku tê qedexekirin “erê” ye. Gava xwendekarek navê diya xwe dibêje mamoste ecêbmayî dibe. Ev jî dîsa cudahiya di navbera du zimanî de anku du netewe û çandên cuda de nîşanî me dide. Ji ber ku mamoste ev nav tu carî seh nekiriye lewma dipirse ka “ev çi ye?” Xwendekarên pola yekem exleb bi tirkî nizanin lewma ev yek ji bo mamosteyî krîzeke mezin derdixîne holê. Di dersa ewil de mamoste dibêje “em rêzikên polê diyar bikin” Rêzika ewil jî qedexekirina zimanê kurdî ye. Gava komara Tirkiyeyê jî ava dibe û serxwebûna xwe qahîm dike vê gavê jî yek ji pengavên ewil qedexekirina zimanê kurdî bû. Dîsa mamoste diyar dike; “Hûn ê heşt sal bi zimanê tirkî perwerdehî bibînin lewma divê bi kurdî neaxivin” Gava ji Zilkif re wêneyekê nîşan dide û dipirse ev çi ye, Zilkif kurdiya wê dibêje. Ji ber ku obje hemû di hişê wî zarokî de bi kurdî hatine kodkirin. Di fîlmê de xwendekarê ku herî zêde ji mamosteyî re zehmetî derdixîne û dibe asteng Zilkif e. Zilkif qet bi tirkî nizane û niyeta wî ya hînbûnê jî tune ye. Ji ber ku ji vê rewşa derasayî tênagihîje û jê aciz e. Jixwe piştre li derveyî fîlmê em ji nûçeyekê hîn dibin ku weke hemû zarokên kurdan ên ku di navbera du zimanî de dimînin Zilkif jî dev ji mektebê berdaye.
Di fîlmê de zimanê tirkî her tim bi raweya fermanî tê bikaranîn anku zimanê tirkî ne zimanê ragihandinê ye, amanca ewil ne ew e. Ji ber ku zimanê desthilatiyê ye. Zimanê kurdî jî di nava zarok û malbata wan de tê bikaranîn, karên rojane bi kurdî pêk tên. Lê di fîlmê de kurdî piranî wek wizîniyek tê guhê me, gelek caran em jê fam nakin. Zimanê bindestan nayê sehkirin. Di fîlmê de kes pirs nake ka çima em bi tirkî fêr dibin, zarokên me çima bi kurdî naxwînin. Lê belê dîsa jî gundî ji vê yekê haydar in ku zarokên wan zimanekî biyanî hîn dibin lewma dixwazin ji mamosteyî re meseleyê bidin famkirin. Di sehneyekê de gundiyek behsa serpêhatiya xwe dike ku çawa yekî tirk henekên xwe bi zimanê wî kiriye. Li gorî wî tirkî jê re zimanekî biyanî ye û vê yekê bi mamosteyî re jî dide pejirandin. Paş hingê bi destnîşankirina ku zarokên wan ancax piştî pênc salên ku di mektebê de dixwînin hînî bi zimanê tirkî dibin, mijar jixweber tê li ser rexneya sîstema perwerdehiyê û giringiya perwerdehiya zimanê zikmakî. Gava ku dawiya serdemê mamoste bahola xwe hildigire û ji gundî diçe di sehneyekê de em dibinin ku zarok bi hev re di xwezaya xwe de dîsa bi kurdî diaxivin. Belkî sala ewil mamoste negihîşt amanca xwe lê belê sala bê dê dîsa were û mîsyona xwe bidomîne, heta ku zimanê tirkî cihê zimanê kurdî dagire.
Encam
Kurd ji ber îdeolojiya fermî her tim di sinemaya tirkî de bi awayekî pejoratîf hatine pêşkêşkirin. Derhênerên wek Yılmaz Güney jî ji ber qedexeyan nekarîne rasterast behsa kurdan bikin. Lê piştî serbestiyeke qismî zimanê kurdî hêdî hêdî di sînemaya tirkî de peyda dibe. Yekem car di fîlma Büyük Adam Küçük Aşk de pirsgirêka lihevnekirina zimanî wek mijar peyda dibe. Bi vê fîlmê tê famkirin ku du miletên cuda hene û zimanê wan ji hev cuda ne. Lê belê di destpêkê de zimanê kurdî nayê qebûlkirin ji hêla karekterê sereke ve. Piştre neçar dimîne ku wek çareserî dest bi hînbûna zimanê kurdî dike. Lê ji bo zarokên gundan ji bilî hînbûna tirkî rêyeke din tune ye. Fîlma Du Ziman û Baholek rewşa heyî ji me re dişayesîne lê belê bi zanayî çareseriyekê pêşniyaz nake. Ev şayesandin bi xwe jî ji bo sînemaya tirkî û ji bo bînerên vê sînemayê tişteke nû ye. Care ewil rastiya kurdan û zimanê wan bêyî ku bê deformekirin tê pêşkêşkirin. Ji bo vê jî formata belgefîlmê li gel teknîkeke nû hatiye hilbijartin.
Çavkanî
Güven, Y. (2009). Ora Coğrafyasından Hayatın Tuzu ve İki Dil Bir Bavul. Kovara Yeni Film. Hejmar: 18.
Sevim, S. (2016). Muhsin Ertuğrul: Türk Sinemasının Kurucusu mu Yoksa Günah Keçisi mi?. Kovara İnsan ve İnsan. Sal: 3. Hejmar: 10. 64-83. Dîroka Têketinê: 17 Gulan 2019, https://dergipark.org.tr/download/article-file/261426
Sezer Y. S. (2016). Yılmaz Güney’in Yeşilçam sinemasına başkaldırısı: Seyyit Han. Gaia Dergi. Dîroka Têketinê: 17 Gulan 2019, https://gaiadergi.com/yilmaz-guneyin-yesilcam-sinemasina-baskaldirisi-seyyit-han/
Yücel, M. (2008). Türk Sinemasında Kürtler. İstanbul: Agora Kitaplığı.
Fîlm
İki Dil Bir Bavul (Orhan Eskiköy & Özgür Doğan, 2008)
(*Ev nivîs cara ewilî di hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe de hate weşandin.)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com