“The Banshees of Inisherin” û “Aisha” mohrên xwe li IFTAyê dan
Xelatên Fîlm û Televîzyonê yên Îrlandayê (IFTA) îsal cara 19emîn hate lidarxistin û di 7ê Gulanê de li Dublînê bi merasimek diyar bûn. Fîlmê Martin McDonaghî yê “The Banshees of Inisherin” bi Xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’, ‘Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî’ û ‘Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî’ ve û fîlmê Frank Berryî yê “Aisha” bi xelatên ‘Derhênerê Herî Serketî’, ‘Senaryoya Herî Serketî’, ‘Sêwirana Produksiyonê ya Herî Serketî’ ve mohrên xwe li şeva xelatdayînê ya IFTAyê dan.
“The Banshees of Inisherin” qala çîroka du hevalên qadîm ve dike. Fîlm, promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê kiribû, di gelek beşan de ji bo Xelatên Oscarê berendam hatibû nîşandayîn û ji Girovera Zêrîn xelat girt.
Fîlmê Frank Berryî yê “Aisha” jî li Xelatên Fîlm û Televîzyonê yên Îrlandayê bi ser ket û xelatên ‘Derhênerê Herî Serketî’, ‘Senaryoya Herî Serketî’, ‘Sêwirana Produksiyonê ya Herî Serketî’ girtin. Fîlm, çîroka jineke ciwan a Nîjeryayî ku li Îrlandayê dijî, tîne li ber perdeye sînemayê û têde Letitia Wright û Josh O’Connor weke serlîstikvan lîstine. Fîlmê Edward Bergerî yê “All Quiet on the Western Front” xelata ‘Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî’, belgefîlmê Kathryn Fergusonê yê “Nothing Compares” Xelata Belgefîlmê ya George Morrison girtin.
19emîn Xelatên Fîlm û Televîzyonê yên Îrlandayê:
Fîlmê Herî Serketî
The Banshees of Inisherin
Derhênerê Herî Serketî
Frank Berry – Aisha
Senaryo Herî Serketî
Frank Berry – Aisha
Lîstikvana Herî Serketî
Bríd Ní Neachtain – Róise & Frank
Lîstikvanê Herî Serketî
Paul Mescal – Aftersun
Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî
Kerry Condon – The Banshees of Inisherin
Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî
Brendan Gleeson – The Banshees of Inisherin
Dramaya Herî Serketî
Bad Sisters
Belgefîlmê Herî Serketî
Nothing Compares
Çavkanî:
Irish Film & Television Awards
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com