“The Boy and The Heron” di Cotmehê de ket vîzyonê
Fîlmê derhênerê navdar ê Japonyayî Hayao Mîyakazî yê “Kimitachi wa Do Ikiruka” (The Boy and the Heron) çîroka ciwanekî tîne li ser perdeya sînemayê û di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbas dibe. Fîlmê anîmasyonê, qala pêşveçûna giyanî ya xortekî dike ku di rêwîtiya xwe de xizanîya jiyanê û li cîhanê dibîne. Fîlmê nû yê Mîyakazîyî dê di Cotmehê de li hin sînemayên cîhanê ket vîzyonê û hate eşkerekirin ku dê li gelek welatên dinyayê jî bikeve vîzyonê.
Derhênerê hoste Hayao Mîyakazî piştî 10 deh salan bi fîlmê metrajdiêj ê xwe re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên xwe û senaryoya fîlmê jî derhêner bixwe nivîsîye. Fîlmê anîmasyonê, bi çêkerîya Suzukî Toshioyî û li Stodi Ghibliyê hatiye kêşandin. Muzîkên “The Boy and the Heron”ê jî ji alîyê Joe Hîsaîshî ve hatine çêkirin. Navê bi îngilîzî yê fîlmê anîmasyonê weke “How Do You Live” hatibû eşkerekirin, lê navê îngilîzî yê fîlmê weke “The Boy and the Heron” hatibû guhartin.
Fîlmê “Kimitachi wa Do Ikiruka” di meha Tîrmehê de, bêyî parvekirina dîmen, fragman, agahî û reklam li salonên sînemayê yên Japonyayê ket vîzyonê. Hatibû ragihandin ku fîlm, ji pirtûka “Kimitachi wa Do Ikiruka” (1937) îlhama xwe girtiye, lêbelê pargîdanîya belavker a fîlmê nû, Gkids ragihand ku “Kimitachi wa Do Ikiruka” ne ji pirtûka “Kimitachi wa Do Ikiruka” hatiye kêşandin û çîrokeke resen a Hayao Mîyazakî ye. “Kimitachi wa Do Ikiruka” li 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê hate nîşandayîn û li hin sînemayên cîhanê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Fîlmê “The Boy and the Heron” dê di dawîya sala 2023yê de li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê
Derhênerê navdar ê Japonyayî Hayao Mîyakazî, li cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî “My Neighbor Totoro”, “Spirited Away” û “Princess Mononoke” ve tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com