“The Call of the Wild” û fîlmên din
Di hefteya nû ya meha Reşemiyê de li salonên sînemayan fîlmên anîmasyon û tirsê jî têde, bi giştî 8 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê li vîzyonê fîlmên; “The Call of the Wild”, “Vic the Viking and the Magic Sword” û “It Must Be Heaven” derdikevin pêş.
Buck kuçikekî kedî ye ku li Californiyayê dijî û ji bo kişandina kaşê şandine Alaskayê. Li pey jiyaneke dilşad, dikeve şert û mercên dijwar. Buck, bi demê re hînî vê yekê bûye û dibe serîkêşî tîma kaşê. Piştî demek rastî mirovekî kal ê bi navê Johnî tê, Buck û John dibin dost.
Fîlmê “The Call of The Wild” ji aliyê derhêner Chris Sanders ve ji romana Jack Londonî ji bo sînemayê hate kişandin. Sanders bû berendamê Oscarê û bi fîlmên xwe yên “How to Train Your Dragon” û “The Crood” ve tê naskirin. Senaryoya fîlmê “The Call of The Wild”ê Michael Green nivîsîye û Green bi fîlmên wekî “Logan” û “Blade Runner 2049” ve tê naskirin ku wî yek ji afirînerên rêzefîlmê “American Gods”ê ye.
Nivîskarê navdar ê Amerîkayî Jack London bi roman û çîrokên xwe yên wekî; “White Fang” “Martin Eden”, The Iron Heel”, “The Road” û To Build a Fire” ve tê naskirin û heta niha gelek berhemên nivîskarê marksîst ji bo sînemayê lê hatine anîn.
Vic zarokekî piçûk e û xeyala wî ya herî mezin bi koma xwe bikeve serpêhatiyekê. Lê bavê wî Halvar difikire ku hêza kurê wî têra wî nake. Rojek şûrî Halvarê ku ji dijminê xwe yê Swenî qezenc kiribû, dibe sedema peykerbûna Ylvaya ku diya Vicê ye û li dû vê bûyerê Halvar ji bo rizgarkirina hevsera xwe dikeve rêwîtiyekê.
“Vic the Viking and the Magic Sword”, ji xêzefîlmê “Vîkîngs” ji bo perdeya sînemayê weke anîmasyon lê hat anîn û li ser mijarên wekî dostanî, wêrekî, hez û malbatê disekine ku ji bo temaşevanên zarok anîmasyoneke bişahîet û balkêş e.
Elia Suleiman Filistînî ye dixwaze ku bajar û warên cuda yên cîhanê kifş bike û hin caran diçe DYAyê û carinan diçe Frensayê, lê tiştên ku li welatê wî qewimîne, ji pey wî tên.
“It Must Be Heaven” li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hat nîşandan û li Cannesê û gelek festîvalên fîlman xelat wergirtin. Fîlm ji parçeyên serbixwe ve pêk tê ku bi zimanekî qerfî hatiye kişandin û li ser diyardeya bêcih û bêwarî disekine.
Fîlmên vê hefteyê:
“The Call of the Wild” / Derhêner: Chris Sanders û Senaryo:Michael Green
“Vic the Viking and the Magic Sword” / Derhêner: Éric Cazes û Senaryo: Éric Cazes, Sophie Decroisette, Oliver Huzly, Frédéric Lenoi
“It Must Be Heaven” / Derhêner û Senaryo: Elya Silêman
“Bayî Toplantisi” / Derhêner: Bedran Guzel û Senaryo: Îbrahîm Buyukak
“Like a Boss” / Derhêner: Miguel Arteta û Senaryo: Adam Cole-Kelly, Sam Pitman
“Renklerde Kaybolan Hayat: Fîkret Mualla”/ Derhêner û Senaryo: Metîn Gungor
“The Grudge” / Derhêner û Senaryo: Nicolas Pesce
“Efsûnlû Ayîn” / Derhêner: Ugur Kaplan û Senaryo: Alper Kivilcim, Ozgur Bakar, Koray Yeltekîn
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com