“The Color Purple” li gîşeya Amerîkayê bi ser ket

Fîlmê sînemager û çêker Blitz Bazawuleyî yê “The Color Purple” ji romana wêjekara navdar Alice Walkerê ya bi heman navê hate kêşandin ku li ser çîroka jiyana jineke çermreş disekine. Fîlmê muzîkî di 25ê mehê de ket vîzyonê, bi tenê di roja xwe ya yekem de li Amerîkayê 18.15 mîlyon dolar qezenc kir û bû yekemîn.

“The Color Purple” di roja xwe ya duyemîn de li gîşeya Amerîkayê gihîşt 25 mîlyon dolarî û di heman demê de bû fîlmê duyemîn ku di destpêka Roja Noelê de herî zêde qezenc kiriye. Fîlmê Guy Ritchie yê “Sherlock Holmes” (2009) bi 24.6 mîlyon dolarî bûbû yekemîn.*

Halle Bailey û Phylicia Mpasi di “The Color Purple”yê de weke serlîstikvan listîne û di fîlmê de du xwişk in. Di fragmana fîlmê de tê gotin, “Tu tişt ji xwişkatîyê xurttir nîne.” Lîstikvanên wekî Danielle Brooks, Ciara, Taraji P. Henson, Colman Domingo, Corey Hawkins, H.E.R., Louis Gossett Jr., Ciara, David Alan Grier, Jon Batiste, Aunjanue Ellis-Taylor û Fantasia Barrino  jî di fîlmê de cî digirin.

 

Romana Alice Walkerê di sala 1985yê de ji alîyê derhênerê navdar Steven Spielberg ve weke fîlmê sînemayê hatibû kêşandin û di 11 beşan de ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandayîn. Steven Spielberg, Quincy Jones û Oprah Winfrey di vê lêanîna fîlmê muzîkî de weke çêker cî girtine. Roman, di sala 2005ê de weke muzîkî derket li pêşberî hunerhezan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir