“The End We Start From” di meha Rêbendanê de dikeve vîzyonê
Fîlmê derhêner Mahalia Beloyê yê “The End We Start From” rêwîtîya dê, bav û zaroka wan ku piştî lehîyekê destpê dike, tîne li ser perdeya sînemayê. Malbat ji ber karesata lehîyê ji Londonê ber bi herêma çolkarîya Îngilistanê ve diçin. Ji fîlmê fragmaneke nû hate weşandin û ragihandibûn ku dê di 24ê Rêbendana 2024ê de li Îngilîstanê û DYAyê bikeve vîzyonê. Fîlm, di heman demê de yekem fîlmê metrajdirêj ê Mahalia Beloyê ye.
“The End We Start From” weke dramaya dîstopîk a qiyametê ye ku bi serçêkerîya Benedict Cumberbatch re hatiye afirandin. Lîstikvanên wekî; Jodie Comer, Joel Fry, Mark Strong, Nina Sosanya, Gina McKee, Katherine Waterston di fîlmê de lîstine û senaryoya wî Alice Birch, Megan Hunter bi hev re nivîsandine. Fîlm, ji pirtûka Megan Hunterê ya bi heman navê ji bo perdeya spî hate kêşandin, li çarçoveya 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û di meha Îlonê de ji fîlmê fragman û afîş hatibûn weşandin.
“The End We Start From” dê di vê mehê de biketa vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê hatibû guhertin. Hate ragihandin ku fîlm dê di 24ê Rêbendana 2024ê de li salonên sînemayê yên Îngilîstanê û Amerîkayê bê nîşandayîn.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com