“The End We Start From” wê di Rêbendana 2024ê de bikeve vîzyonê

Fîlmê derhêner Mahalia Beloyê yê “The End We Start From” rêwîtîya dê, bav û zaroka wan ku piştî lehîyekê destpê dike, tîne li ser perdeya sînemayê. Malbat ji ber karesata lehîyê ji Londonê ber bi herêma çolkarîya Îngilistanê ve diçin. Ji fîlmê wêneyên nû hatin parvekirin û ragihandin ku dê di 24ê Rêbendana 2024ê de li Îngilîstanê bikeve vîzyonê.

“The End We Start From” weke dramaya dîstopîk a qiyametê ye ku bi serçêkerîya Benedict Cumberbatch re hatiye afirandin. Lîstikvanên wekî; Jodie Comer, Joel Fry, Mark Strong, Nina Sosanya, Gina McKee, Katherine Waterston di fîlmê de lîstine û senaryoya wî Alice Birch, Megan Hunter bi hev re nivîsandine. Fîlm, ji pirtûka Megan Hunterê ya bi heman navê ji bo perdeya spî hate kişandin, li çarçoveya 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û di Îlonê de ji fîlmê fragman û afîş hatibûn weşandin.

“The End We Start From” dê di Berfanbara 2023yê de biketa vîzyonê, lê dîroka vîzyonê ya fîlmê hate guhertin. Li gorî agahîya nû fîlm dê di 24ê Rêbendana 2024ê de li salonên sînemayê yên Îngilîstanê bê nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir