“The Fall of the House of Usher” wê di Cotmehê de li Netflixê bê weşandin
Kurterêzefîlmê “The Fall of the House of Usher” ji gelek çîrokên wêjekar û nivîskarê mezin Edgar Allan Poeyî, bi derhênerîya Mîke Flanagan û Mîchael Fîmognarî ve ji bo platforma dîjîtal a Netflixê tê kêşandin û beşa yekem a rêzefîlmê dê di dîroka 12ê meha Cotmehê de derbikeve li pêşberî temaşevanan.
“The Fall of the House of Usher” ji çîroka bi heman navê ya Edgar Allan Poeyî îlhama xwe girtiye û ji gelek çîrokên wî tê kêşandin. Senaryoya rêzefîlmê Mike Flanagan û Emmy Grinwis bi hev re dinivîsinin ku tê de lîstikvanên wekî Carla Gugino, Bruce Greenwood, Carl Lumbly, Kate Siegel, Willa Fitzgerald, Mary McDonnell, Mark Hamill cî digirin. Hefteyekê berê ji kurterêzefîlmê fragman û wêne hatin parvekirin.
Fîlmê Scott Cooperî yê “The Pale Blue Eye” ji çîroka jiyana Edgar Allan Poeyî îlhama xwe digire, di 23yê Berfanbarê de li Amerîkayê ketibû vîzyonê, piştre jî di 6ê Rêbendana 2023yê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê derket li pêşberî temaşevanan. Christian Bale û wêjekarê navdar Edgar Allan Poe di fîlmê de dikevin li pey kuştinekê ku di salên 1830an de li herêma çolterî ya New Yorkê li ser kuştinê lêkolîn dikin.
Edgar Allan Poe: Wêjekarê mezin ê Amerîkayî Edgar Allan Poe (1809-1849) yek ji helbestvan û çîroknûsên baştirîn ên wêjeya nûjen e ku bi çîrok, kurteçîrok, helbest û nivîsên xwe ve bandorên mezin û derasayî li edebiyata cîhanê kiriye. Pêşengê wêjeya fantastîk, gotîk û pevxistina zanistî Poe di berhemên xwe de zimanekî bandorker û bêhempa afirandiye û wî di heman demê de di rojnameyan de weke rojnameger û çîroknûs xebitiye, edîtorî û rexnegiriya wêjeyê kiriye û li ser zanistên derûnnasî û stêrezaniyê gotaran nivîsandine.
Fîlmên ku ji çîrok û helbestên Edgar Allan Poeyî ji bo hunera sînemayê hatine kişandin
Berhemên çîroknûsê nemir Edgar Allan Poeyî li seranserê cîhanê heta niha bi dehan zimanan hatine wergerandin, weke lîstikên şanoyê hatine lîstin, bûne stran, ji bo hunera heftemîn lê hatine anîn û bandorê li ser hemû warên din ên huner û jiyanê kirine.
Ji destpêka sînemayê û bi vir de, gelek çîrok û helbestên wêjekarê nemir Edgar Allan Poe li gelek welatên cîhanê ji bo hunera sînemayê weke fîlmên kurtefîlm, metrajdirêj, anîmasyon hatine kişandin û çîroka jiyana wî bûye mijara fîlman.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com