“The Farewell” û fîlmên din

Di hefteya nû ya meha rêbendanê de li salonên sînemayan, du ji van anîmasyon, bi giştî 7 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê li vîzyonê, “The Farewell” derdikeve pêş.

Billi bi eslê xwe Çînî ye û li New Yorka Amerîkayê dijî. Rojek xebereke tê û dapîra wê bûye kansêr û çareya nexweşiya wê tune ye. Malbata wê vê yekê ji Bili veşartine û jina ciwan li dû vê xeberê diçe li Çînî. Daxwaza malbatê ev e ku hemû lêzimên wan kom bibin û bi sedema dawetekê, careke dawîn dapîra xwe bibînin.

Fîlmê “The Farewell” ji aliyê Lulu Wang ve hatiye nivîsandin û kişandin û qala çîroka jiyana jineke ciwan dike. Fîlm, li ser cudahî û nakokiyên çandî yên Rojhilat-Rojavayê disekine. “The Farewell” li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sundance hate nîşandan û lîstikvana fîlmê Awkwafina, di Xelatên Gilovera Zêrîn de xelat girt.

“The Farewell” / Derhêner û Senaryo: Lulu Wang

“Bad Boys for Life” / Derhêner: Adil El Arbi, Bilall Fallah û Senaryo: Chris Bremner, Peter Craig, Joe Carnahan

“Ferîde” / Derhêner: Zeynep Çamci, Alî Yorgancioglû û Senaryo: Zeynep Çamci

“Arctic Dogs” / Derhêner: Aaron Woodley û Senaryo: Aaron Woodley, Bob Barlen, Cal Brunker

“Maceraci Yuzgeçler: Buyuk Gosterî” / Derhêner: Mîthat Gokçe û Senaryo: Arzû Demîrel Bîrîncî

“The Young Cannibals” / Derhêner: Sam Fowler, Kris Carr û Senaryo: Kris Carr, Sam Fowler

“Muhr-u Cîn” / Derhêner û Senaryo: Bugra Kekîk

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: