“The Good Nurse” promîyera xwe li Festîvala Fîlman a Londonê kir

Festîvala Fîlman a Londonê ya British Film Institute (BFI) îsal cara 66emîn û di navbera 5-16ê Cotmehê de li dar dikeve. Fîlmê Tobias Lindholm yê “The Good Nurse” duh êvarê di çarçoveya festîvalê de promîyera xwe kir ku tê de Jessica Chastain û Eddie Redmayne weke serlîstikvan lîstine.

Fîlmê “The Good Nurse” ji aliyê Netflixê ve hate fînanse kirin û lîstikvan û xebatkarên fîlmê yên Jessica Chastain, Eddie Redmayne, Darren Aronofsky, Tobias Lindholm, Michael Jackman, Scott Franklin, Amy Loughren û Krysty Wilson-Cairns beşdarî li bernameya Festîvala Fîlman a Londonê bûn. Derhênerîya fîlmê Tobias Lindholm kir ku xelatgirê BAFTAyê ye û senaryoya fîlmê “The Hunt” (2012) jî nivîsîbû. Darren Aronofsky jî di fîlmê de weke çêkerê hevpar cî girt. Piştî nîşandayîna fîlmê lîstikvanên fîlmê li ser fîlmê axaftin û pirsên temaşevan bersivandin.

Fîlm, li festîvalê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û gelek hate ecibandin. “The Good Nurse” ji çîrokeke rastîn bi cureya derûnnasî ve ji bo sînemayê hatiye kişandin û qala perestareke (hemşîre) dike ku li nexweşxanê rastî hin kuştinên biguman tê û ji bo ku mirinên biguman derbikevin holê tevdigere. Hate ragihandin ku fîlm, dê di 26ê Cotmehê de li ser platforma Netflixê bê weşandin.

Çavkanîya nûçeyê: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: