The Great Dîctator: Li Hemberî Pergala Faşîst Serhildana Chaplîn
Nivîs: Mela Mihyedîn
Dîkatorî mîna siwarbûna duçerxê ye. Gava tu bisekinî tu yê bikevî. Lewma kesên dîktator dema li duçerxê siwar dibin nikarin bisekinin. Dîktator timî bi lingên xwe pedalan heta ji wan tê dizîvirînin. Bi hêza firîna duçerxê dîktator serxweş dibin. Aqil bi temamî ji hiş diçe û sermestîya hêza îqtîdarê wan serxweş dihêle. Lê di dawîyê de ew Duçerx teqlomeqlo dibe û dawîya dîktator tîne.
Charlîe Chaplîn bi fîlmên xwe yê bêdengî tê naskirin. Bê peyv û bê gotin têsîr li gelek mirovan kirîye. Navê xwe jî bi xetên zêrîn li dîroka sînemaya cîhanê nivîsandîye.
Chaplîn cara pêşî bi navê The Great Dîctator dest bi sînemayê dengî dike. Lê ev destpêk ji bo wî û ji bo sînemayê gavek dîrokî ye. Di nava fîlmên rexneyî û hîcvî de fîlmê The Great Dîctator bi nav û deng e.
Dîktatorî tenê ne peyvek sîyasî ye. Ev peyv êdî bûye peyvek ji rêzê û di jîyana me de cihê xwe girtîye. Kesên zilmê dikin bi tevahî dîktator in, çi li malê bin, çi li kar bin û çi jî li ser text bin. Bi her awayî jîyana me ji alîyê kesên totalîter ve hatîye dorpêçkirin. Kî be bila be divê em herdem li mafên xwe xwedî derkevin û nehelin ji alîyê kesên totalîter ve bên astengkirin.
Dîktatorên herî mezin yên li ser text in. Biryar û fikrên wan mirovan bi tevahî diavêjin talûkeyê.
Cahplîn di sala 1940î de fîlmê xwe kişandîye. Li alîyekî dinyayê herb heye û li alîyê din şahî û kêfxweşî. Li Asya û Yûropê herb didome û bajar wêran dibin lê li alîyê din li Amerîkayê şahî, pêşveçûn û kêfxweşî didome. Li alîyê Yûropê dîktator mirovan dikujin û li Amerîkayê kesên wekî Chaplîn bi karîkatûrîzekirî wan tevlî sînemayê dikin.
Chaplîn di fîlm de bi du rol û karekterên ji hev cuda derdikeve pêşberî temaşevanan. Her du karekter bi temamî li dijî hev in û van her du karekteran jî bi awayekî serkeftî lîstîye. Yek jê karekterê dîktatorê Tomanîa (Almanya) Adenoîd Hynkel (Adolf Hîtler) e. Yê din jî Berberê Cihûyan e.
Leşkerên Hynkel li hemû derên Tomanîayê digerin û li ku derê cihû hebin binçav dikin û dişînin gettoyê cihûyan. Leşker rojekê dikevin dikana Berberê Cihû. Berberê Cihû û Hynkel pir dişibin hev û leşker vê yekê fam nakin. Ji ber vê yekê qedr û qîmet didin Berberê Cihû û wî li her derî li ser serê xwe digerînin. Bi vî awayî Bereberê Cihû tevlî sîyaesetê dibe û sîyaseta Tomanîayê serobino dibe.
Dîktator timî deng li mirinê dikin û ji dengê wan wekî dilopên baranê mirin dibare. Lê kesên mazlum deng li aşitîyê dikin û aşitî, edalet û wekhevî ji devên wan xilas nabe. Hynkel dîktatorek pir zalim bû. Ji kuştina mirovan pir hez dikir bêhtir jî ji kuştina cihûyan. Berberê Cihû jî tam dijî Hynkel bû. Mirovekî dilinizm bû û ji mirovatîyê hezdikir. Berber mirovekî humanîst bû.
Çapemenî çeka herî mezin ya dîktatora ne. Bi saya çapamenîyê rastî ji mirovan tê veşartin û nûçeyên sexte û derew li nav gel tê belavkirin. Di demên totalîterîzm û faşîzmê de çapemenî timî li gorî daxwazan dîktatoran tê dîzaynkirin. Kesek newêre rastîyan binivîse û kesên dinivîsin jî yan dikevin binê axê û yên dikevin zindana tarî. Lê dîsa jî dîkatator herdem ji hêza çapemenîyê ditirsin.
Di Fîlmî de Chaplîn li ser çapemenîyê jî sekinîye. Hynkel rojekê dostê xwe dîktatorê Bacterîan (Îtalya) Napalonî (Musolînî) dike mêvan. Di qesra Hynkelî de her du dikevin nîqaşê û dengê xwe li hev bilind dikin. Wezîrê propagandayê Garbîtsch (Joseph Goebbels) nahêlê nîqaşa di navbera wan mezin bibe û rojnamegerên hatin ji qesrê tên derxistin. Piştre Garbîtsch tê û ji wan re dibêje: “Hevalno wisa nekin, hemû dinya wê bi pevçûna we haydar bibe.”
Chaplîn di demek dijwar de, di Herba Cîhanê a IIan de ev fîlm kişandîye. Bi werekbûna dîkatorê faşîst yê Almanyayê Adolf Hîtler bi awayekî rexneyî dide ber keviran û ji alîyê din ve jî temaşevanên xwe dikenîne.
Kunya Fîlm
Derhêner: Charlie Chaplin
Senaryo: Charlie Chaplin
Lîstikvan: Charlie Chaplin, Paulette Goddard, Jack Oakie…
Wext: 125 Deqqe.
Sal: 1940
Welat: DYA (USA)
IMDB: 8.4
*Ev nivîs cara yekem di Hejmara Pêncemîn a Kovara Sînemaya Serbixwe de hate weşandin. Tîrmeha 2021ê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com