“The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Fîlmê derhêner Francis Lawrence yê “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” di 17ê mehê de li seranserê cîhanê ket vîzyonê û di hefteya xwe ya yekem de li sînemayên Amerîkayê bû yekemîn. Fîlm, li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAyê  bi 44 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn û li cîhanê jî gihîşt 98 milyon dolarî.

Senaryoya “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes”ê Michael Arndt, Michael Lesslie bi hev re nivîsîne û lîstikvanên wekî Tom Blyth, Rachel Zegler, Peter Dinklage, Jason Schwartzman, Hunter Schafer, Josh Andrés Rivera, Viola Davis di fîlmê de lîstine.

Di dawîya hefteyê de fîlmê “Trolls Band Together” bi 31 milyon dolarî bû duyemîn û fîlmê nû yê Gerdûna Sînematîk a Marvelê “The Marvels” bi 10.2 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû sêyemîn. “Thanksgiving” bi 10 milyon dolarî di rêzeya çaremîn de û “Five Nights at Freddy’s” bi 3.5 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihên xwe girtin.

“Five Nights at Freddy’s” ji lîstokeke vîdyoyê ya popûler a bi heman navê weke fîlm hate kêşandin û heta niha li seranserê cîhanê bi tevahî 271 milyon dolar qezenc kiriye. Fîlm, di hefteya xwe ya yekem de li Amerîkayê 80 milyon dolar bi dest xistibû û bû fîlmê tirsê yê herî zêde qezenc kirî yê salê 2023yê.

Çavkanî: Beyaz Perde

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir