“The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bi ser ket
Daneyên dawî yên Box Officeê yên DYAyê hatin eşkerekirin ku fîlmê derhêner Francis Lawrence yê “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes” di hefteya xwe ya duyem de li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bi ser ket. Fîlm, bi 29 milyon dolarî li sînemayên Amerîkayê bû yekemîn û li Amerîkaya Bakurê jî bi tevahî 98 milyon dolar qezenc kir.
Senaryoya “The Hunger Games: The Ballad of Songbirds and Snakes”ê Michael Arndt, Michael Lesslie bi hev re nivîsîne û lîstikvanên wekî Tom Blyth, Rachel Zegler, Peter Dinklage, Jason Schwartzman, Hunter Schafer, Josh Andrés Rivera, Viola Davis di fîlmê de lîstine.
Di dawîya hefteyê de fîlmê “Napoleon” bi 20 milyon dolarî bû duyemîn û fîlmê “Wish” bi 19.5 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû sêyemîn. “Trolls Band Together” bi 18 milyon dolarî di rêzeya çaremîn de û “Thanksgiving” bi 7.3 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihên xwe girtin. Flmê nû yê Gerdûna Sînematîk a Marvelê “The Marvels” jî bi 6.4 milyon dolarî bû şeşemîn.
Çavkanî: Beyaz Perde
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com