“The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” qala çi dike?
Nivîs-Nûçe: Rûmet Med
Fîlmê nû yê rêzeya Mîrê Gustîlan yê bi navê “The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” dê di 12ê Avrêla 2024ê de biketa vîzyonê, lê ji ber hin guherînên pargîdanîya Warners Bros. Picturesê, bi paş ve hat xistin. Hate eşkerekirin ku fîlm dê di 13ê Berfanbara 2024ê de bikeve vîzyonê. Hezkerên rêzeya Mîrê Gustîlanê ji mêj ve ye li benda fîlmê nû ne.
Rêzeyên “Mîrê Gustîlan” û “Hobbît”ê ji romanên bi heman navê yên wêjekarê navdar J.R.R. Tolkienî têne kişandin. Rêzefîlmê “The Lord of the Rings: The Rings of Powe” (2022) jî ji berhema “Mîrê Gustîlan” ji bo platforma dîjîtal a Amazon Prime Video hate kêşandin, ji 8 beşan û sezonekê pêk tê.
“The War of Rohirrim” qala çi dike ?
Fîlmê nû, bi derhênerîya Kenji Kamiyamayî hate kişandin ku bi rêzefîlmên xwe yên “Blade Runner: Black Lotus” û “Star Wars: Visions” ve tê naskirin. Mijara fîlmê anîmasyonê “The Lord Of The Rings: The War Of Rohirrim”ê bi nêzîkî 250 sal berîya bûyerên fîlmê “The Lord of the Rings: The Fellowship of the Ring”ê diqewime. Fîlm, qala şerekî efsanewî dike ku alîkarîya teşegirtina Cîhana Navîn kiriye û li ser jiyana qralê Rohanê Helm Hammerhandî disekine. Qralê Rohanê di sala 2741ê de derdikeve ser textê û piştre jî hin bûyerên din diqewimin.
Lîstikvanên navdar Brian Cox (Helm Hammerhand), Miranda Otto (Éowyn), Emma Thompson (Hera), Gaia Wise (Keça Emma Thompson ve Greg Wiseyî), Luke Pasqualino (Wulf), Laurence Ubong Williams (Fréaláf Hildeso) bi dengên xwe di fîlmê de cî girtine. Rolên hin lîstikvanên wekî; Benjamin Wainwright (Gangs of London), Michael Wildman (Emmerdale), Jude Akuwudike (The Little Mermaid), Bilal Hasna (Extraordinary) û Janine Duvitski (About a Boy) jî hê diyar nînin.
Senaryoya fîlmê “The Lord Of The Rings: The War Of Rohirrim” ji alîyê Jeffrey Addiss, Will Matthews, Phoebe Gittins û Arty Papageorgiou ve hate nivîsandin û Philippa Boyens jî têde weke çêkerê birêveber cî girtiye.
Dîrokên vîzyonê yên hin fîlmên ku li bernameya Warners Bros. Picturesê cî digirin, ji ber greva Yekîtiya Lîstikvanan (SAG-AFTRA) a li Hollywoodê bi paş ve hatin xistin û têde “Dune: Part Two”, “Godizlla X Kong: The New Empire” û “The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” jî cî digirin.
Li gorî daxuyanîya Warners Bros. Picturesê, fîlmê nû yê rêzeya Mîrê Gustîlan yê “The Lord of the Rings: The War of Rohirrim” dê di 12ê Avrêla 2024ê de biketa vîzyonê, lê ji ber hin guherînên pargîdanîyê dê di 13ê Berfanbara 2024ê de derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Rêzeya “The Lord of the Rings”ê ji sê fîlman pêk tê û her sê fîlm jî bi derhênerîya Peter Jacksonî hatin kişandin. Fîlmê yekem ê rêzeyê di sala 2001’ê de bi navê “The Lord of the Rings: The Fellowship of the Ring” ket vîzyonê û eleqeyeke mezin dît. Piştî salekê jî fîlmê duyem ê bi navê “The Lord of the Rings: The Two Towers” derket li pêşberî sînemahezan. Di sala 2003yê de jî fîlmê sêyemîn ê bi navê “The Lord of the Rings: The Return of the King” hat. Her sê fîlmên rêzeya “The Lord of the Rings”ê jî li gîşeya cîhanê rekoran şikandin.
Dîrokên vîzyonê yên hin fîlmên Warners Bros. Picturesê bi paş ve hatin xistin
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com