“The Marvels” li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn

Fîlmê Nia DaCostayê yê “The Marvels” di 10ê mehê de ket vîzyonê û di hefteya xwe ya yekem de li gorî daneyên dawî yên Box Officeê ya DYAê, li Amerîkayê bi 47 milyon dolarî bû yekemîn. Fîlmê “Five Night’s at Freddy’s” jî di dawîya hefteyê de (10-13ê Mijdarê) li vîzyonê bû duyemîn ku çend hefte li gîşeya Amerîkayê bûbû yekemîn.

Senaryoya “The Marvels”ê ji alîyê Nia DaCosta, Elissa Karasik, Megan McDonnell, Zeb Wells ve bi hev re hate nivîsandin û Brie Larson, Teyonah Parris, Iman Vellani, Zawe Ashton, Gary Lewis, Park Seo-joon, Zenobia Shroff, Mohan Kapur, Saagar Shaikh Samuel L. Jackson di fîlmê de lîstine. Di hefteya yekem a vê mehê de ji fîlmê nû yê Gerdûna Marvelê fragmaneke nû hatibû weşandin. 

“Five Night’s at Freddy’s” heta niha li seranserê cîhanê ji zêdetirî 250 milyon dolar qezence kiriye. Fîlm, bi çêkerîya Universal û Blumhouseê hatiye kêşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir