“The Nun II” li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bi ser ket
Fîlmê Michael Chavesî yê “The Nun II” di 8ê Îlonê de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û di dawîya hefteyê de li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bi ser ket. Fîlm, di hefteya xwe ya duyemîn de li DYAyê 14.7 milyon dolar bi dest xist.
“The Nun II” fîlmê nû yê gerdûna ‘The Conjuring’ê ye, bi derhênerîya Michael Chavesî hate kişandin û senaryoya fîlmê Akela Cooper, Ian Goldberg, Richard Naing, James Wan, Gary Dauberman bi hev re nivîsandine. Daneyên dawî yên Box Officeê (DYA) hatin eşkerekirin û fîlmê “The Nun II” di hefteya xwe ya duyem de li salonên sînemayê yên Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn.
Di dawîya hefteyê de; fîlmê “A Haunting in Venice” bi 14.5 dolarî bû duyemîn, “Death on the Nile” bi 12.8 milyon dolarî bû sêyemîn. Fîlmê “The Equalizer 3” bi 72.2 milyon dolarî, “My Big Fat Greek Wedding 3” bi 4.7 milyon dolarî û fîlmê “Barbie” bi 4 milyon dolarî di lîsteya gîşeyê de cihê xwe girtin. Fîlmê “Barbie” bi tenê li Amerîkayê gihîşt 626 milyon dolarî.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com