“The Nun II” li gîşeya DYAyê bû yekemîn

“The Nun II” fîlmê nû yê gerdûna ‘The Conjuring’ê ye ku di 8ê Îlonê de li seranserê cîhanê ket vîzyonê. “The Nun II” bi derhênerîya Michael Chavesî hate kişandin û senaryoya fîlmê Akela Cooper, Ian Goldberg, Richard Naing, James Wan, Gary Dauberman bi hev re nivîsandine. Fîlmê nû, li gorî daneyên dawî yên Box Officeê (DYA) di dawîya hefteyê de (8-10ê Îlonê)  li salonên sînemayê yên Amerîkayê bû yekemîn û li gîşeyê 33 milyon dolar qezenc kir, li gîşeya cîhanê jî ji zêdetirî 85 milyon dolar bi dest xist*. Lîstikvanên wekî Taissa Farmiga, Jonas Bloquet, Storm Reid, Anna Popplewell, Bonnie Aarons di fîlmê “The Nun II” de lîstine.

Li gorî daneyên dawî yên Box Officeê yê DYAyê, di navbera rojên 8-10ê Îlonê de fîlmê Michael Chavesî yê “The Nun II” bi 33 milyon dolarî li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn. Fîlmê Antoine Fuquayî yê “The Equalizer 3” bi 12 milyon dolarî bû duyemîn, Nia Vardalosê yê “My Big Fat Greek Wedding 3” bi 10 milyon dolarî bû sêyemîn, fîlmê Shah Rukh Khanî yê “Jawan” bi 10 milyon dolarî bû çaremîn û fîlmê Greta Gerwigê yê “Barbie” bi 5.9 milyon dolarî di rêza pêncemîn de cihê xwe girt.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir