“The Rings of Power” li Amazon Primeyê rekor kişand
“The Lord of the Rings: The Rings of Power” di 2yê Gelawêjê de li ser platforma Prime Videoyê dest bi weşanê kir. Heta niha du beşên rêzefîlmê hatine nîşandayîn û li gorî daxuyanîya çêkeran “The Rings of Power” li seranserê cîhanê bi tenê di 24 saetan de ji aliyê 25 milyon kes ve hatiye temaşekirin. Rêzefîlm, rekora promîyer a Amazonê kişandiye.
“The Lord of the Rings: The Rings of Power” ji fîlmê sînemayê yê navdar ê “The Lord of the Rings”ê (2001) îlhama xwe girtiye û ji romana J.R.R. Tolkienî tê kişandin. Heta niha du beşên rêzefîlmê derketin li pêşberî temaşevanan. Rêzefîlm, ji aliyê J.D. Payne û Patrick McKay ve hate afirandin ku dê weke 5 sezon li ser platforma Amazon Primeyê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
J.D. Payne û Patrick McKay di hevpeyvîneke de ragihandibûn ku rêzefîlmê nû “The Rings of Power” weke 5 sezon û bi tevahî 50 saetan hatiye sêwirandin û dawîya rêzefîlmê jî ji niha ve diyar e.” J.D.Payne di axaftina xwe gotibû, rêzefîlmê nû dê bi nêrîneke cuda bê kişandin.
Go Middle-earth!https://t.co/SbJrAJ05mw
— Jeff Bezos (@JeffBezos) September 3, 2022
“The Rings of Power” dê li Çaxê Duyem ê Cîhana Navîn biqewime û serpêhatiyên cûce û harfootan bîne ser ekranê û diçe bi hezaran sal beriya bûyerên ‘The Hobbit’ û ‘The Lord of the Rings’ê. Di meha Sibatê de ji rêzefîlmê fragmaneke kurt hatibû weşandin ku di heman demê de rêzefîlmê herî biha yê dîroka televîzyonê ye ku budçeya “The Lord of the Rings: The Rings of Power”ê jî 1 milyar dolar e.
Di rêzefîlmê “The Lord of the Rings: The Rings of Power” de lîstikvanên wekî; Peter Mullan, Cynthia Addai-Robinson, Nazanin Boniadi, Benjamin Walker, Morfydd Clark, Ismael Cruz Cordova, Robert Aramayo û Augustus Prew cih digirin. Platforma dîjîtal a Amazonê ji bo mafên telîfê 250 milyon dolar daye û bo kêşana beşên sezona yekem 465 milyon dolar xerc kirine. Her heftê wê beşeke rêzefîlmê bê weşandin û dê dîroka 14ê Cotmehê de beşa dawî ya sezonê derbikeve li pêşberî temaşevanan. Ji “The Rings of Power” fragmaneke nû li ser Youtubeê hatibû parvekirin.
Rêzefîlmê “House of the Dragon” weke berdewama ‘Game of Thrones’ê tê kişandin û di 21ê meha Gelawêjê de li ser platforma dîjîtal a HBO Maxê derketibû li pêşberî temaşevan. Rêzefîlm di rojekê de ji aliyê 10 milyon kes ve hatibû temaşekirin.
Çavkanî: Birgün
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com